Dayikê Botanê: Me ji berê de pişta xwe daye Erdogan

09:31

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX – Dayîkên Botanê bertek nîşanî gotinên Serokomar Erdogan yên ji bo jinên pişta xwe dane wan kirî dan. Dayîkan diyar kirin ku ew bêmafî û qetliamê wî ji bir nakin û ewê bersiva pêwist bidinê. Dayîkan bang li jinên ku piştgirî didin AKP’ê jî kirin û gotin: "Bila êdî jinên di nav AKP’ê de jî van nêzîkatiyên qirêj bibînin û ji Erdogan re bêjin êdî bes e.”

Dayikê Aşitiyê yê Botanê bertek nîşanî bêmafiyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku ji ber jinan pişta xwe da bûyê kiribû nişan dan. Dayîkan destnîşan kirin ku wan ne ji îro de pişta xwe dayê dema wî gotiye ‘Jin be jî zarok be jî tiştê pêwist dê were kirin’ jina pişta xwe dayê. Dayika bi navê Rehmete Aşikar bertekên xwe wiha anî ziman: "Em heta saxbin qirkirinên ku wî pêk aniye ji bîr nakin û em naxwazin were bajarê me.” Dayika bi navê Hibê Kaya jî da zanîn ku Erdogan bi ziman dirêjiya xwe haqaretê li jinan dike û bang li Erdogan kir ku li terbiya xwe mikate be. Dayika bi navê Zekiye Aydogan jî bang li jinên dengê xwe didin AKP’ê kir da ku dev ji AKP’ê berdin û ji Erdogan re bêjin êdî bese.

‘Emê li ked û xwîna zarokên xwe xwedî derkevin’

Eyşe Erten diyar kir ku ev çil salin li çolan û bajaran li ber xwe didin û ew bi hêvîne ku nêzîkî serxwebûnê bûn e. Eyşê da zanîn ku ew weke dayikê Botanê ewê li sindoqên xwe û dengê xwe xwedî derkevin û wiha axivî: "Xwîna şehîdê me bi erdê de neçûye wê xwînê me hişyar kiriye me kiriye xwedî maf. Em hêvî dikin vê neqlê em têkevin meclisê û em wek jin bibin xwedî maf.” Eyşe bang li hemu kesî kir ku nêyên pravakasyonên AKP’ê û wiha axivî:” AKP ji bo ku dengan bidize polîsên xwe amade kiriye em nahêlin ev dizî çêbibin.Çi leystikê qirêj li ser me bi meşînin jî em nayên van leystikê wan û emê li sindoqê xwe xwedî derkevin.” Dayika Eyşê di dawiya axaftina xweda ji bo carekedin xwin nerijê û dayik karibin zarokê xwe bêhn bikin bang li hemû kesî kir ku xwedî li HDP’ê derkevin.

‘Jinan ji mêj de pişta xwe daye Erdogan’

Rehemeta Aşikar jî balê kişand ser gotinên Serokomar Recep Tayîp Erdoxan û wiha got:” Raste jina pişta xwe da Erdoğan hima bila bi fikire ka çima jina pişta xwe didinê wi got ‘Jin be jî zarok be jî lêdin’ ewê çawa jin pişta xwe nedinê.” Rehmeta got ku ew heta saxbin qetliamê ku wî kiriye ji bîr nakin û ew naxwazin Erdogan were bajarê wan.

‘ Bila Erdoxan li terbiya xwe miqate be’

Hibê Kaya got ku iro jî cenazê şehîdê wan li erdê ye û wiha axivî:” Îro jî taziya 8 şehîdê me li erdê ye em dewa van şehidê xwe li Erdoxan dikin. Em jî insanin Erdoxan çawa taket dike ku ev qas insana dide kuştinê. Çi heqê wî heye vê zilmê li ser mê bi meşîne.” Hibê got ku Tayîp Erdogan ji menfiata xwe zêdetir tu tiştek nas nake û wiha ban kir:” Çıqa însanê Kurd û dilxwaz hene ez bang li hemûyan dikim ku dengê xwe bidin xwe û sindoqê xwe tije bikin.”Hêbê li ser gotînê Erdoxan ku jina re gotibû jî sekinî û wiha got:” Me ji bîr nekiriye li milê wanê çawa jina avêtin erdê û li wan dan. Erdoxan çawa ji jina re dêbêje bê terbiye. Peşî bira ew terbiya xwe mihavize bike. Emê wek jin bersiva van gotinê wî di sindoqan de bidin.” Hibê bang li hemû dayikan kir ku li hember van nêzikatiyên şaş bibin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Ez bang li hemû kesî dikim ku ji bo ku ev xwin bi sekine bila hemu dayik dengê xwe bidin HDP’ê.”

‘Bila jinên Tirk jî bêjin êdî bese’

Zekiye Aydogan ji bo ku aşitî çêbibe bang li hemu jinan kir da ku pişta HDP’ê bigrin. Zekiye da zanin ku AKP kujerê asker û gerîlayan e û wiha got: “Bila dayikê tirkan jî destê xwe bidin destê me. Bila Tirk jî bêjin êdî bese.” Zekiye bi lêv kir ku bila Kobanê ji bira kesî neçe û li wê gorê biryara xwe bidin. Zekiye di derbarê hekaretê Erdoxan ku li jinê kiriye jî axivî û diyar kir ku ji ber ku hişmendiya wî qirêjî ye ji janan hiz nake û wiha got: "Hekaret li jinê dike loma jin pişta xwe didinê. Em bang li jinên ku piştgirî didin Erdoxan jî dikin bira dev jê berdin û bêjin êdî bese ji van hekaretê re.”

(zt)