Li Qersê hem ajokarî hem anonsê dike û hem jî beşdarî xebatên hilbijartinê dibe

09:40

Şehrîban Aslan / JINHA

QERS - Li Qersê dîreksyona wesayîtê di desthiladariya mêr de ye, lê li Qersê ajokariya wesayîta anonsê ya hilbijartinê Songûl Can dike. Songûl hem ajokariyê dike hem anonsê û hem jî aktîf beşdarî xebatên hilbijartinê dibe. Songûl anî ziman ku xebatên hilbijartinê vê carê ji her dem zêdetir bi coş û heyecanek mezin derbas bûye û hêviyek dide me.

Songûl Can li Qersê bi tevlîbûna wê ji kar re, pergala desthilatdariyê têk bir. Songûl ajokertiya wesayîta hilbijartinê ya HDP'ê dike, ev yek bi taybet ji aliyê jin û civak bi aweyek erînî tê pêşwazî kirin. Songûl hem ajokertiyê dike hem anonsê û hem jî tevlî xebatên hilbijartinê dibe. Sorgûl diyar kir ku ew li hember bertekên erînî dikare bêy ku biweste bixebite û da zanîn wesayîta ku bi kartîne hem di warê teknîkê de hem jî di warê tamîr kirinê de ew pêre mijûl dibe.


'Wesayîta HDP'ê ji aliyê ajokerek jin ve dema tê bi karanîn sempatî avadike'

Songûl destnîşan kir ku, HDP'ê hebûna jin digere berçav û nirx dide û ji ber wê ew li Qersê ajokeriya wesayîta hilbijartinê ya HDP'ê dike û wiha got: "Ezê heya dema hilbijartinê pêk were bixebitim. Ji ber ku ez ajokertiya wesayîta HDP'ê ya hilbijartinê dikim rastî bertekên erînî têm ji aliyê jin û gel ve. Dema ku jin ajokartiyê dike di nava gel de sampatiyek avadibe. Ez heyan niha rastî bertekek neyînî nehatim. Ez ajokertiyê dikim, hem tevlî xebatên hilbijartinê dibim hem jî anonsê dikim. Kêfa min jî ji vê yekê re gelek tê. Dema ez di nava HDP'ê de piştgiriya jinan û heskirina wan ji hevre dibînim daxweza kar bi min re zêde dibe."


Her roj bi heman tempo 9 saet xebatên hilbijartinê dike

Sorgûl anî ziman ku ew her sibê zû tevî 15'e xebatkarên jin dest bi xebatê xwe ya hilbijartinê dikin. Sorgûl destnîşan kir ku li Qersê her kes di ferqa nirxdayîna HDP'ê ji jinan re ye û wiha domkir: "Jin dema ku nirxê ku ji wan re tê dayîn dibînin nêrînê wan tê guhartin. Her sibê di saet 09.00'de ji bo ku em dest bi xebatên hilbijartinê bikin em li ber avahiya HDP'ê ya bajêr kom dibin. Piştî ku em broşurên hilbijartinê digrin tevî jinan em li wesayîtê xwe siwar dibin û diçin taxan. Heya nîvro hem wiha dixebitin. Piştî nîvro em xwarina xwe dibin cihek ku şînahî lê hebe em dixwin û piştre jî em govendê digerinin. Her roj xebatê me hiwa didome."

'Xilasiya me tenê HDP'ê ye'

Songûl destnîşan kir ku, ji bo xebatên xwe dema ku diçin gund û taxan digerin ew dibînin ku hêviya her kes HDP'ê ye û dibêjin ya ku tenê bikaribe pêşî li AKP'ê bigre HDP'ê ye. Songûl diyar kir ku ew berê jî gelek car beşdarî xebatên hilbijartinê bûye lê belê ev cara yekeme ewqas bi coşek mezin xebat tê rêvebirin û wiha pêde çû: "Dema em rastî bertekên erînî tên em hêzek mezin digrin. Bi vê tempoyê 24 saet jî mirov bixebite neweste. Ji bo hemû jin Alewî, Çerkez, Kurd û Tirk ferq nake banga min ewe ku di bin sîwana HDP'ê de bibin yek. Tenê HDP'ê dikare jin ji rewşa ku tê de ye derîne û pêşî li hişmendiyên zayendî bigre. Ji ber vê yekê pêwîste jin dengê xwe bidin HDP'ê. Ji ber ku riya xilasiya me HDP'ê ye."

(rc)