Fatma Tokmak li benda emelyata duyemîne
10:53
JINHA
STENBOL - Girtiya nexweş Fatma Tokmak a her çar deriçeyên dilê wê jî îflas kirine duh li nexwşexaneyê hat emeliyatkirin. Piştî emeliyatê Fatma birin odeya muşahedeyê. Hat zanîn ku dê di van rojan de Fatma emeliyata dil a vekirî bibe.
Fatma Tokmak a her çar deriçeyên dilê wê jî îflas kirine û nexweşiya wê giran e duh sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê hat kirin. Kurê Fatma Tokmak Azad Tokmak got ku dayika wî ji emeliyatê hatiye derxistin û halê hazir rewşa wê baş e. Lê tu agahî nehatiye dayîn ku dê kengî dayika wî ji nexweşxaneyê bê derxistin. Azad anî ziman bijîşkan aniye ziman ku dê dayika wî dîsa ji dilê xwe bê emeliyatkirin.
Bi pêşengiya KJA'yê endamên TUAD'ê, Komeleya Gokkuşagi ya Jinan, Komîsyona Jinan a OHD'ê û endamên Dayikên Aştiyê di kesayeta Tokmak de ji bo balê bikişînin ser rewşa jinên girtî yên nexweş û azadiya wan biqêrin dê di saet 12:00'an de li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî bidin çapemeniyê.
(zt)