Li cihê Hamdullah Oge lê hatî qetilkirin lêkolîn hat despêkirin
11:35
JINHA
ÇEWLÎK - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina ajokarê wesayîta anonsê yê HDP'ê Hamdullah Oge hatî destpêkirin de ekîbên lêkolîna li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin. Li gorî agahiyên Namzetê HDP'ê yê Çewlîkê Serhat Gumuş têkildarî otopsiyê ji dozger girtin jî di vucuda Hamdullah Oge yê hate qetilkirin de zêdehî şopa 30 guleyan hebû.
Dozgerê Komarê yê Kanîreşê têkildarî qetilkirina Hamdullah Oge yê ku şevê din li herêma Nevalakamiş a gundê Alpîran a navçeya Kanîreşê ya Çewîkê dema bi wesayîta xwe ya bi plaqeya 12 AJ 474 a vegêrandî wesayîta anonsa HDP'ê ber bi gundê Karahamza ve diçû rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li cihê Hamdullah lê hatî înfazkirin lêkolîn tê kirin. Yekîneyên leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Kanîreşê piştî înfazê li ser agahiya welatiyan hatin cihê bûyerê û piştî lêkolînekî kin xwestin Ekîbên Lêkolîna Cihê Bûyerê yên Midûriyeta Polîsan a Çewlîkê bên cihê bûyerê rawestiyan.
Wesayîta ayîdî Hamdullah Oge ya hatî gulebarankirin jî ji bo lêkolînê birin Fermandariya Cendirmaneyan. Yekîneyên leşkeran bi du wesayîtan şevê li cihê bûyerê û li cem wesayîtê nobet girtin û li benda polîsan man. Yekîneyên li bendê bûn serê sibê hatin cihê bûyerê. Ekîbê bi du kuçikên hatin perwerdekirin hatin cihê bûyerê û piştî têkildarî bûyerê ji rayedarên leşkeran agahî girtin li cihê bûyerêdest bi xebatan kir. Ekîban li cihê Hamdullah lê hatî înfazkirin lêkolîn kirin û qalikên guleyan kom kirin. Qalikên hatin tesbîtkirin wêneyên hatin kişandin û hatin numrekirin. Li gorî tesbîtan wesayîta Hamdullah çep û rast hatiye gulebarankirin. Lêkolînên ekîban hêj berdewam dikin.
Karê otopsiyê qediya
Cenazeyê Hamdullah Oge piştî înfazê rakirin Nexweşxaneya Dewlêtê ya Kanîreşê û pişt re ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Hate zanîn ku karên otopsiyê temem bûn. Cenazeyê Hamdullha ji bo definkirinê ber bi Kanîreşê ve derxistin rê. Hêj encaman otopiyê nehatine aşkerkirin. Li gorî agahiyên Namzetê HDP'ê yê Çewlîkê Serhat Gumuş ê ku bi cenaze re çû Erziromê yên ji dozger girtin li ser vucuda Hamdullah zêdehî şopa 30 guleyan hate tesbîtkirin.
(zt)