KJA yê girêdayî êrîşa Çewligê daxuyanî da
11:54
JINHA
AMED - KJA yê girêdayî êrîşa ser wesayîta HDP'ê ya nanosê ya Çewligê daxuyanî da û got: "Hişmendiya AKP'ê ya ku berê di provakasyona Agiriyê de xwe da dest ji xwînê têr nebûye îro jî li Kanîreşê heman êrîşan dike. Li hember van êrîşan bersiva me ya herî baş bilindkirina rêxistinê û hilweşîna bendêye."
Kongra Jinên Azad (KJA) yê girêdayî êrîşa li Çewligê ser wesayîta anonsê ya HDP'ê hatî kirin û di êrîşê de Hamdullah Oge jiyana xwe jidest dayî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku bi êrîşan siyaseta demokratîk hedef digirin û wiha hat domandin: "Dema ku li Newalakamiş a gundê Alpîran a navçeya Kanîreşê ya Çewîkê dema bi wesayîta HDP'ê ya hilbijartinê derbasdibû rastî êrîşa çekdarî hat. Di êrîşê de hevalê me yê bi navê Hamdillah Oge li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ji dema despêkirina xebatên hilbijartinê heya niha êrîşên ser HDP'ê ne sekinîne, bi vê êrîşa dawiyê re vekirî tê dîtin. Ji niha de AKP ketiye tirsa encamên hilbijartinê ji ber wê jî dest bi provakasyonan kiriye. Cardin dest bi kiriyarên faîl diyar dikin.
Hişmendiya AKP'ê ya ku berê di provakasyona Agiriyê de xwe da dest ji xwînê têr nebûye. Di hişmendiya AKP'ê de înkara bi salan ser gelê kurd hîna berdewam dike. Hişmendiya êrîşkar ya salên 90'î bi faîlên kiriyar nediyar, di salên 2000'an de bi girtinan û di kesayeta hevalên me Sedar Daniş û Ebubekir Deniz berdewam kirina êrîşên ser siyaseta kurdan îro jî bi qetilkirina hevalê me Hamdullah Oge vê hişmendiyê berdewam dikin.
Divê bê zanîn ku êrîş ser siyaseta demokratîk tê kirin. Hişmendiya faşîsta diktetor nikare siyaseta demokratîk rake. Siyaseta demokratîk ya ku HDP pê li tevahiya cîhanê tê nasîn hişmendiya dewletê parêz nikare rake. Ev êrîşek ser aliyên azadiya jinan hatiye kirin. Çî dibe bila bibe dê gelê kurd neyên provakasyonan û azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Li hember van êrîşan bersiva me ya herî baş bilindkirina rêxistinê û hilweşîna bendêye.
Em weke KJA van provakasyonan lanet dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hember van provakasyonan li HDP'ê xwedî derkevin. Em carekdinê dibêjin dê ti tindî nikarin me hilweşînin."
(zt)