Karwanê Meşa Jinên Cîhanê li Toursê hat pêşwazîkirin

13:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Karavana Meşa Jinan a Cîhanê di 2-3’ê Hezîranê de gihişt bajarê Tours a Fransayê. Jinên çalakger ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ve hatin pêşwazîkirin.

Çalakgerên karavana Meşa Jinên Cîhanê ji aliyê Solidaires, Sud, Lîga Mafê Mirovan, Cimade, PCF (Partiya Komunîst a Fransayê), PS (Partiya Sosyalîst), Keskan, antena Meşa Jinan a Cîhanê Tour, rêxistina jinan a Osez le Feminisme, Komeleya 37’an a France Kurdistan û nûneriya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ve hate pêşwazîkirn. Bername bi pêşangehekê dest pê kir.

Li ser Rojava û Kobanê panel

Piştî pêşwazîkirin û pêşangehê bername bi paneleke bi ser navê ‘Dîroka şoreşa jinên Rojava û pêvajoya înşakirina Kobanê’ hat lidarxistin. Di panelê de ji Nûneriya Tevgera Jinan a Kurd ya Navneteweyî Nursel Kiliç axaftinek hat kirin

Piştî axaftinê, çalakgeran tiştên di rê de jiyan vegotin û got destpêkirina çalakiya wan ya li Nisêbînê gelek bi wateye û got jinên Kurd ji têkoşîna tevgera jinan re pêşengiyê dike. Çalakgeran gotin li her derê ji aliyê jinên Kurd ve hatine pêşwazîkirin.

Di panelê de hunermendên Kurd yên herêmî derketin ser dîkê.

(rc)