Li Arjantînê bi sed hezaran jin li dijî cînayetên jinan daketin kolana
13:30
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Arjantînê li dijî bi sedan cînayetên jinan, bi sed hezaran jin daketin kolana. Wezîra dewletê Crîstîna Kîrchner û lîstikvanê futbolê Lîonel Messî jî piştgirî dan meşê. Her wiha li welatên Latîn Amerîkayê jî bi hezaran kes rabûn ser piyan.
Di rojên dawî de li dijî cînayetên jinan yên zêde bûne li paytexta Bounos Aîres û gelek bajarên din çalakiyên protestoyî pêk hatin. Bi sed hezaran kes beşdarî çalakiyan bûn û di çalakiyan de piranî jin beşdar bûn.
Ji bilî Arjantînê hat hînbûn ku protesto li Meksîka û Şîliyê jî ku cînayetên jinan lê zêdene jî pêk tên. Wezîra jinan Crîstîna Kîrchener û lîstikvanê futbolê Lîonel Messî jî piştgirî dan meşa li Arjantînê.
Li gorî daneyên saziya civaka sivîl ya Casa del Encuentro di 2014’an de 277 jin hatine qetilkirin.
(rc)