Tiraktora Bêrîvanan qulipî

15:07

JINHA

COLEMÊRG - Traktora ku Bêrîvanên li gundê Serdeşt ê navçeya Gever a Colemêrgê diçûn bêriyê vîraja xwe negirt û qulipî. Di encamê de ji 35 jin û zarokek 29 kes birîndar bûn.

Tiraktora ku bêrîvanên gundê Serdeşt ê ya navçeya Geverê a Colemergê diçûn bêriyê vîraja xwe negirt û qulibî. Di encamê de 35 jin û zarok di navde 29 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û hat hînbûn ku rewşa 6 jinan giran e. Ji ber ambulans dereng çûn cihê bûyerê, wesayîtên sîvîl li pey hev sekinîn û rê li trafîkê hat girtin. Tenê wesayîtên ku birîndar dibirin, derbas bûn. Birîndarên birin nexweşxaneyê ji ber kêmasiya sedyeyan, di wesayîtan de hatin sekinandin û vê jî rê li ber bertekan vekir.

Piştî bûyer hat bihîstin hevşaredarên HDP û DBP’ê ku di nava xebatên hilbijartinê dabûn, çûn serdana birîndaran.


(rc)