‘Emê serkeftina 7’e Hezîranê diyarî şehîdan bikin’
08:42
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo 8 şervanên PKK’ê ku di demê cuda de jiyana xwe ji da bûn mewlud hat dayîn. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku ewê her tim li ser şopa wan bîn û wiha axivî: "Em çi bêjin li hember keda wan kêm dimîne. Lê ji bo carekdin bedenên ciwanên me nekevin bin axê emê di 7’ê Heziranê de bi ser kevin û serkeftinê diyarî şehîdan bikin.”
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo 8 gerîlayên PKK'ê yên di dem û cihên cuda jiyana xwe dest dane ji hêla Şaxa MEYA-DER'ê ya Cizîrê ve mewlûd hat dayîn. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, MEYA-DER, Meclisa Dayikên Aşitiyê, rêvebirên rêxistinên HDP û DBP’ê û gelek kes tevlî mewlûda ji bo gerîlayên PKK'ê Yuksel Kilici (Hakî Şaxî), Abdullah Geçgîl (Arî Kiçî), Mehmet Duşkun (Şoreş Serdihî), Necat Guney (Saadet), M.Emîn Duram (Dilgêş Guneş), M. Salih Işikli (Timar), Osman Kayar (Rustem) û Hulya Budak (Mizgîn) bûn. Di mewluda ku li mala gel a Cudî hat dayîn de Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît axivî.
‘Her bûhustek vê axê bi xwîna şehîdan hatiye avdan’
Mele Qasim sersaxî ji gelê Kurd re xwest û got ku wan tu car xeyal nekiriye ku bi evqas mirovan re werin cem hev û mewluda şehidan karibin li kolana bi rehetî bidin û wiha got: "Kurd ne bi rehetî gihiştine van merhelan her bostek vê axê bi xwîna şehîdan hatiye avdan.” Mela Qasim li ser hilbijartina 7’ê Hezîranê jî sekinî û desnîşan kir ku roja 7’ê heziranê roja xwedî derketina li şehîdan e.
Piştî mele Qasim Hevserokê DBP’ê Mesut Nar jî diyar kir ku li hember partiya wan êrêşê mezin hene û wiha domand: "Em van êrîşan li hember şehîdên xwe di nirxînin. Heta niha 168 êrîş pêk hatin duh jî lî Çewlikê hevalek me qetilkirin. Li Erziromê êrêş birin ser gelê me. Zanin ku serkeftina vê hişbijartinê wê bibe serkeftina xewn û xayalê şehîdê me.”
‘Emê her tim li ser şopa wan bin’
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî serxeşiyê ji dayikê şervanên PKK’ê re xwest û wiha got: "Îro em bi saya wan li virin. Em soz didin ku emê li ser şopa wan bin. Rêya me ew ronî dikin û me ber bi rojê azad ve dibin. Em çi bêjin li hember vê kada wan kêm dibîne em tenê karin li rêya wan xwedî derkevin.” Leyla ser hilbijartinê jî sekinî û bi lêv kir ku ji bo carekdin zarok nekevin bin axê û dilê tu dayikan ne êşê serkeftin şert e û wiha pêde çu: "Em dizanin leystikên qirêj tên leystin divê em hişyar bin li hember van leystikan û serkeftinê diyarî Rêberê xwe Abdullah Ocalan û şehîdan bikin.”
Piştî axaftinan xwarina mewludê hat belav kirin.
(ma/zt)