Kezban Yilmaz: Mafê hilbijêr û bijartinê yên jinan tê binpêkirin

12:28

Bêrîtan Elyakut /JINHA

AMED - Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Prz. Kezban Yilmaz, têkildarî bê hiqûqiya roja hilbijartinê, helwesta Serokomar Erdogan a di mîtîngê de propaganda AKP'ê kir û ne tedbîrgirtina ji bo jinên di stargehan de dengê xwe bikar bînin nirxand. Prz. Kezban, diyar kir ku li gorî zagonên vî welatî her hilbijêr xwedî mafe ku dema çû dengê xwe bikar bîne ewlehiya wê/î bê parastin. Kezban, da zanîn ku ger jinên di stargehan de nikaribin biçin dengê xwe bikar bînin mafê wan ê bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin û ev jî li dijî hiqûq û mafên mirovan e.

Ji hilbijartina 7'ê Hezîranê re 2 roj man. Hewldan û amadekariyên provokasyonan jî her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî êrîşên li dijî HDP'ê fikarên ku lîstik pêş bikevin zêde dike. Herî dawî ajokarê maşîneya hilbijartinê ya HDP'ê Hamdullah Oge li Çewlîkê hat qetilkirin. Li Erziromê komek nijadperest êrîşî girseya HDP'ê kir û bi dehan kes birîndar bûn. Daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan yên di merasima vekirinê de ku propaganda AKP'ê kir, fikaran zêdetir dike. Li gel van hemû geşedanan YSK'ê tu tedbîr negirt. Têkildarî mijarê endama Komîsyona Hiqûqê ya DBP'ê Prz. Kezban Yilmaz, li ser kar û tedbîrên ku muşahîd di roja hilbijartinê de baldar bin rawestiya. Kezban, li ser "Pakêta Ewlehiya Navxweyî" ku erkekî mezin ê mudaxaleyê daye polîsan û mafê jinên di stargehan de jî rawestiya. Kezban, da zanîn ku 7'ê Hezîranê ne tenê hilbijêr deng bidin û partiyekê hilbijêrin, di heman demê de ji bo gelan mîladek e û wiha got: "Ji ber vê yekê hemû hilbijêrên ku biçin ser sindoqê divê bîrdozî nêzîk bibin û guh bidin dengê wîcdanê xwe û dengê xwe bikar bînin.

'YSK di bin kontrola AKP’ê de ye'

Kezban helwesta Serokomar Recep Tayyip Erdogan a di merasimên vekirinan ku propaganda AKP'ê kir jî rexne kir û wiha got: "Hîleyan li hemberî zagonan dike. Di bin navê vekirinan de propaganda AKP'ê dike. Li her derê di bin alên AKP'ê de mîtîngan pêk tîne. Di mîtîngan de mîsyona ku Makezagonê li ser wî bar kiriye binpê dike. Sedema vê yekê ji bo ji AKP'ê re dengan kom bike. Li hemberî vê yekê jî YSK wî asteng nake. Ji ber ku YSK ne serbixwe ye. Di bin kontrola AKP'ê de ye. Ger ku AKP bibe îxdîdar hemû sazî û dezgeh dê di bin erk û fermana Erdogan de wekî şîrketek taybet be. "

Kezban bal kişand ser giştînameya Wezîrê Karên Hundir a ku ji waliyên bajaran re şandiye jî û wiha berdewam kir: "Di vê giştînameyê de tê xwestin ku li qadên deng lê bêbikaranîn gelek polîs peywirê bigirin. Her çend Midûriyeta Polîsan vê yekê înkar bike jî hewcedariyê ji holê ranake. Li gorî giştînameyê heta tê xwestin hêjmara polîsan dê li derdor û qadên sindoqan bên zêdekirin. Polîs, di roja hilbijartinê de her kesê ku wî şikdar bibîne dê wî rastîne û li ser wî lêgerînê bike. Dê destûr nede ku hilbijêr bi komî li cem hev rawestin. Dê bandora polîsan li ser dengdayînê pir zêde be û bandorek neyînî li ser hilbijêran bike."

'Divê ewlehiya jinên stargehan bê parastin'

Kezban, da zanîn ku polîs dê di roja hilbijartine de di bin erka ku Wezareta Karên Hundir daye wan heta ku ji destê wan tê hilbijêran asteng bikin û dê polîs li hundir û dervê dibistanan derdora sindoqan dagir bike. Kezban, destnîşan kir ku jinên li stargehan dê nikaribin bi hêsanî û ewle biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Kezban, bibîrxis ku ger jinên li stargehan nikaribin mafê xwe yê hilbijartinê bikar bînin encama nêzîkatiya AKP'ê ya ji jinan re ye û wiha berdewam kir: "Ev jî nîşan dide ku AKP'ê vîna jinê nabîne." Prz. Kezban, diyar kir ku li gorî zagonên vî welatî her hilbijêr xwedî mafe ku dema çû dengê xwe bikar bîne ewlehiya wê/î bê parastin. Kezban, da zanîn ku ger jinên di stargehan de nikaribin biçin dengê xwe bikar bînin mafê wan ê bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin û ev jî li dijî hiqûq û mafên mirovan e.


Kezban Yilmaz, herî dawî ji hemû muşahîdên DBP’ê xwest ku teqez pirtûkên der barê erk û peyvirên muşahîd, bijartin û hilbijartinan de bixwînin û her muşahîd teqez mafê muşahîd, hilbijêr yên zagonî zanibe û karibe parastina xwe bike. Kezban, da zanîn ku li avahiyên HDP'ê û navçeyan maseyên qirîzê ku ji parêzeran pêk tê hatine avakirin û xwest her kes di roja hilbijartinê de bi wan re di nava dan û stendinê de bin.


(mae/rc)