Siyasetmendarê kurd Mehmet Abbasoglu jiyan xwe ji dest da
13:33
JINHA
AMED - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) Mehmet Abbasoglu li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglu jiyana xwe ji dest da. Mehmet demek dirêje tedawiya pençeşêrê didît û di seatên ber bi nîvro ve li nexweşxaneyekî taybet a Amedê jiyana xwe ji dest da. Piştî Mehmet jiyana xwe ji dest da Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, rêveberên HDP û DBP'ê çûn nexweşxaneyê. Cenazeyê Mehmet ji nexweşxaneyê hate wergirtin û birin cemxaneya Rezan û li wir piştî merasîmê dê bibin Dêrsîmê û li bendêne ku sibê bê definkirin.
Mehmet di sala 2009'an de di çarçoveya operasyonên siyasî yên bi navê "KCK'ê" de hate girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Mehmet herî dawî di komîsyona rêveberên heremî ya DBP'ê de xebat dimeşandin.
(zt)