Êrîşên ser xebatkarên şaredariyê hat şermezar kirin

13:34

JINHA

AMED - Xebatkarên Şaradarîya Yenîşehîrê û Şaxa Karê Giştiya Diskê bi daxuyaniyekê êrîşên ser zabiteyên şaredariyê şermezar kirin.

Li navçeya Yenîşehîra Amedê li qadên Şaradarîya Yenîşehîrê dema ku zabite ji bo malên kaçak çareser bikin dixebitîn gel êrîşî zabitayan kirin. Girêdayî êrîşan Xebatkarên Şaredariyê û Şaxa Karê Gîştiya Diskê û Sendîkayên kar daxuyanî dan çapemeniyê. Bi tevlibûna dehan xebatkarên şaradarîyê, Endamên Dîskê, Hevşaredarên Yenîşehîrê Ulku Baytaş û Selîm Kurbanoglu û Hevseroka Diska Gîştî Pelda Arşîmend daxuyanî hat xwendin. Di daxuyanîyê de Hevseroka Diska Gîştî Pelda Arşîmend diyar kir ku li Tirkiyê çend roje êrîş ser kedkaran zêde buyî û du sê roj berê jî disa kedkarên tenduristîye bi êrîşek çekdarî jiyana xwe ji dest da û wîha got: ''Ev êrîşên ser kedkaran tên meşandin ji bo wê jî em çalakîyê li dardixin. Gelên ku li bajar û taxan bihevre dijin parastina vî bajarî divê em hemû bihevre bikin. Kedkar, esnaf û sazîyên din jî hewceye parastina bajarê xwe bikin."

Daxuyanî bi çepikan bidawî bû.

(do-ae/zt)