KJA yê ji bo siyasetmendarê kurd Mehmet Abbasoglu peyama sersaxiyê da

14:14

JINHA

AMED - KJA yê ji bo siysetmendarê kurd Mehmet Abbasoglu yê ku ji ber nexweşiya penceşêrê tedawî didît û jiyana xwe ji dest dayî peyamek weşandin. Peyama sersaxiyê wihaye: "Em sozê didin hevalê xwe emê xeyalên wiyên avakirina jiyana azad berdewam bikin."

Kongra Jinên Azad (KJA) girêdayî yek ji avakarê DEHAP'ê û Endamê Komrîa Rêveberiya Herêmiya DBP'ê Mehmet Abbasoglu ku li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. Peyam wiha ye: "Di sala 1997'an de di avakirina Partiya Gelan ya Demokratîk (DEHAP) de cîh girtiye û her dem ji bo civakek azad û jiyanek wekhev kar kiriye. Êşa wendakirina hevalê me Mehmet em hemû xemgîn kirin. Em weke hevalên wi yên tekoşînê ji gelê xwe û hemû heskiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Em sozê didin hevalê xwe Mehmet emê xeyalên wiyên avakirina pêşeroja azad berdewam bikin."

(zt)