Meclisa Dayîkên Aştiyê êrîş şermezar kirin

16:08

JINHA

ÊLIH - Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê êrîşên ser HDP'ê şermezar kirin.

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê bi boneya êrîşên li Çewlikê ser HDP'ê hatin kirin û di êrîşê de Hamdullah Oge hat qetilkirin û li Erzurumê jî êrîşî gelê beşdarî mitîngê dibûn hatî kirin li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya Meclisa Dayîkên Aştiyê hat li darxistin de Sultan Azboy wiha axivî: "Li Çewlikê hevalê me Hamdullah Oge qetilkirin. Li Erzurumê beriya mitînga HDP'ê êrîş kirin, wesayîta me dan ber agir, em van hemû êrîşan şermezar dikin. Çima van êrîşan dikinî, ji me çî dixwazin? Bila her kes bizane di 7'ê Hezîranê de ji ber serketina me dê di serî de Serokomar û Serokwezîr hemû ji qehran bikevin."

Halime Avci jî got: "Em dewleta zalim şermezar dikin. Banga min ji bo hemû kurdan, bizanin ev hilbijartin ji bo meye. Emê yên siyaseta êrîşkariyê dimeşînin di sindoqan de veşêrin."

(zt)