Çanda bazaran û berhemên keda jinê
09:02
Cahide Harputlu/JINHA
AMED- Navçeya Erxenî ya Amedê bi dîroka xwe ya kevnar tê nasîn ku yekemin cihe ku mirovahî niştecih bûye, çandinî lê hatiye kirin e. Bi vî awayî hilberînên ku bidest hatiye xistin jî yekemîn di vî erdnîgariyê de bazar bûye. Çanda bazaran niha jî berdewam dike û jinên ku li gunda berhemên xwe ber hev dikin li vir difroşin û debara xwe pê dikin.
Navçeya Erxenî ya Amedê bi dîroka xwe ya kevnar tê nasîn ku yekemin cihe ku mirovahî niştecih bûye, çandinî lê hatiye kirin e. Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pir caran bal kişandiye ser dewlemendiya vê erdnîgariyê û şoreşa jinê ya neolîtikê û daye zanîn ku bi geşebûna çandiniyê, jiyana gundan jî destpêkiriye û berî bajaran şoreşa gundan ava bûye û diyar dike ku ev şoreş jî di rih û mêjiyê mirovahiyê de guhertinên girîng çêkiriye. Sazumankarê vê şoreşê jî bêguman jine ku bingeha civakê jî ava kiriye. Keda jinê êdî di her qada jiyanê de xwe dide xuya kirin û bingeha jiyanê dide afirandin. Her çiqas keda jinê ya hundir malê û yê gundan hê zêde were binpêkirin jî dîrok û jiyan vê rastiyê derdixîne holê ku bingeha hilberînê û aboriyê bi destê jinê hatiye ava kirin. Ev bi kedîkirina ajalan wek mî, berx, kuçik...hwd û çandiniya tovan destpêkiriye heta îro bicîhbûna mirovahiyê, xwedikirin û afirandina çanda wê/wî berdewam kiriye. Bi hezaran salin ku jin di vî warî de ked dide, hilberinên ku ji xwezayê bi dest dixe dide xizmeta mirovahiyê. Di zêvîyan de çandinî dike, ji çiya û zozanan giha top dike, ajalan xwedî dike, mast, penêr, rûn çêdike. Ji berhemên ku ji vir bi dest dixîne jî zarokên xwe xwedî dike, debara mala xwe dike.
' jin debara xwe bi hilberînên xwe dikin'
Hişmendiya baviksalarî her çiqas jinê bindest kiribe û her tim mahkûmê malê kiribe jî têkoşîna jinê ya hember van nêzîkatiyan jî her tim pêş ketiye. Lewre di demên herî zordest de jî jinan ji xwe re qada jiyanê afirandiye. Çanda bazaran jî yek encamên têkoşîna jinê ya li hember pergala erîl serî rakirinê ye. Jin berhemên ku ji xwezayê bi dest dixe bi ked û hunera xwe teşe dide wan û li bazaran difroşe, debara mala xwe dike. Heta niha li pir qadan jina rengê xwe êdî diyar kirine ku navçeya Erxenî ya Amedê jî di vî warî de xwedî cihekî girînge lewre di dîrokê de cihekî yekemîn çandinî lê hatiye kirine. Herema wî ya Çayönü xwedî dîrokek nêzî 10 hezar salan e ku mirovahî yekemîn li vir bi cîh bûye. Ji ber vê yekê dîroka çanda bazaran jî gelek kevn e. Li navenda Erxenî cihekî wek Bazara Gundan an jî bi navê Meydan tê zanîn yek ji van bazaran e û jin li vir li gor pêwistiyên demsalan berhem û hilberînên xwe dixin xizmeta niştecîhan. Ji ber ku dema çandiniya baxçe û bîstana ye jinên Erxenî ku li gundên Erxenî dimînin şitlên bacan, firîngî, îsotan difrojin. An jî şîrên ji pez û mangan didoşin, mastên ku ji êvarda heyvan dikin tînin li vir difroşin. Hin jin jî tenê firotina van dikin ku ji her satilek mast an jî kiloyên şîr komisyona xwe digrin. Dema pincaran jî giha û pincarên ku ji gundan top dikin dîsa tînin vê bazarê û difrojîn. Bazara gundan li navçeya Erxenî ji alî her kesiman tê zanîn û niştecihên Erxenî jî danustendina xwe ji vir dikin. Li gor hin kesan ev bazar bi şênbûna Erxenî ava bûye û heta niha jî girîngiya xwe didomîne. Her wiha ev bazar bi berhemên xwe yên organîk li hember berhemên kapîtalizmê ya sûnî jî ber xwe dide.
(ch)