Jinên di Şaredariya Kerkukê de dixebitin hewildidin komeleyê vekin
09:21
Newroz Dijwar/JİNHA
KERKUK - Xebatkarên jinên Şaredariya Kerkukê dixwazin dibiniya şaredariyê de komeleya jinan avabike û di biniya wê de xwe zêdetir bigihînin jinan.
Xebatkarên jin yên Şaredariya Bajarê Kerkukê yê Başurê Kurdistanê ji bo xwe gihandina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan hewildidin komela jinan avabikin. Jinan diyar kirin ku ji ber rewşa wan ya madî ne başe ji ber wê jî nikarin projeyên ji bo jin û zarokan difikirin têxin meryetê. Jinan ji bo alîkariya madî bang li Hikumeta Îraqê kirin. Endama Desteya Parastina Mafê Jin û Zarokan Ani Kristof Serkis anî ziman ku ew dixwazin ji bo jin û zarokan bixebitin lê ji ber derfetên wan yên madî nînin nikarin projeyên dixwazin têxin meryetê û got: "Heya niha ji ber derfetên aborî me nekariye karek baş ji bo jin û zarokan bikin. Heger di demê pêş de rewşa me ya aborî baş bibe emê projeyên xwe têxin meryetê. Em tayîbetî jî dixwazin ji bo jinan tiştinan bikin. Ji ber jin hîmên bingehin yên civakê ne. Dema ku dahatek me ya aborî hebe ez bawerim emê ji bo jinan û zarokan tiştên baş bikin."
'Em jinên nexweş tedawî dikin'
Ani destnîşan kir ku jinên Kerkukê ji ber sedemên şer û kêmaniyên aboriyê di nava jiyanek zor de dijîn û wiha domand: "Ji bo tedawîkirina jinên nexweş me komisyonek avakiriye. Di komisyonê de hinek rêveberên mêr jî hene, lê em carnan bi însiyatîfa xwe kar dikin û em hemû tiştî ji wan na pirsin. Em her dem weke komisyon pereyan berhev dikin û bi wan pereyan jinên nexweş tedawî dikin. Dahatek diyar ya ku hikumet dide komisyona me heye. Lê çî li wê dahatê tê em baş nizanin."
Ani bilêv kir ku ew şaredariya xwe bi çar zimanan bi rêve dibin, ti pirsgirêka wan bi ti nasnaman re nîne û wiha berdewam kir: "Şaredariya me hemû nasnaman û zimanan digire nava xwe. Di nava me de hişmendiya yek miletiyê nîne. Weke şaredarî kurd, ereb, tirkmen çî ji me dixwazin em tînin cîh. Em cuda nêzî kesê nabin."
'Divê li cihên xebatê kireşên zarokan hebin'
Esin Mihemed ya ku 22 salin di beşa aboriyê de dixebite jî diyar kir ku weke şaredarî ji ber dahata wan ya aborî tineye ew zoriyan dibînin. Her wiha Esin balkişand ser pirsgirêkên jinên xebatak jî û da zanîn ku divê li cihên xebatê kireşên zarokan hebin û wiha dom kir: "Bi qasî tê xwestin zarokên me eleqeyê nabînin. Jinên dixebitin di vê mijarê de zoriyan dibînin. Ji ber cihek yê zarokên xwe lê danin nîne. Li hinek deveran cihê zarokan heye, lê heger ev li her deverên kar hebin dê hîn baştirbe."
'Divê dewlet alîkariya jinên nexweş bike'
Esin anî ziman ku li Kerkukê gelek jinên bi êşa penceşêrê ketine hene, lê dewlet alîkariya wan nake. Esin bilêv kir ku divê di aliyê girtina dermanan û mijarên dinê de dewlet alîkariya wan bike. Di dawiyê de Esin bilêv kir ku weke jinek tirkmen ew di nava xebatan dene, heya niha bi gel re ti pirsgirêk ne jiyane.
(zt)