3 kesên di êrîşa bombayî de jiyana xwe ji dest dayî dê bên defin kirin

10:23

JINHA

AMED - Ji 3 kesên di êrîşa bombayî de jiyana xwe ji dest dan Şehmuz Kaçan dê li gundê wî bê definkirin. Tê payîn ku îro cenazê Ramazan Yildiz û NEcati Kurul yên jiyana xwe ji dest dane bên defin kirin.

Di êrîşa bonbeyiya mitînga HDP'ê ya Amedê de hijmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 3 yan. Necati Kurul yê 46 salî li Nexweşxana Veni Vidi jiyana xwe ji dest da. Ramazan Yildiz yê 16 salî û Şehmuz Kaçan jî li Fakulteya Tibê ya Nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê di dema emelyatê de jiyana xwe ji dest dan.

Dê cenazê Ramazan Yildizê 16 salî jî bi tevlîbûna malbata wî û parlementerên HDP'ê bi awayek girseyî li Goristana Dortyuzeli Evlerê bê definkirin. Dê cenazê Necati Kurul jî li Goristana Yenikoyê bê defin kirin.

Li aliyê dinê jî tedawiya 316 birîndaran jî li nexweşxanê berdewam dike.


(zt)