Dayikê Şemiyê aqubeta Mehmet Îlbasan û Mustafa Aydin pirsin
10:30
JINHA
ŞİRNEX - Dayikên şemiyê di hefteya 337’emin de aqubeta Mehmet Îlbasan û Mustafa Aydin pirsîn.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Dayikê Şemiyê di hefteya 337’emîn de jî çalakî lidarxistin û edalet xwstin. Endamên MEYA-DER, KURDÎ-DER,TUHAD-FED, HDP, DBP û nunerê ÎHD’ê jî di navê de gelek saziyên sivîl tevlî çalakiya li Kolana Hunerê pêk hat bûn. Di çalakiyê de albuma kesên faîlên wan ne diyar hat vekirin.Vê heftê yê jî wek her hefte aqubeta Mehmet İlbasan û Mustafa Aydinê ku di sala 1994’de piştî hatibibû binçav kirin ji aliyê koma Cemal Temîzoz ve hatibû hundakirin hat pirsin. Çîroka van her du kesan ji aliyê endamê MEYA-DER'ê Weysî Durgut ve hat xwendin.
‘Gelo van bûyeran encamên planên we yê B û C bûn’
Weysî ji ber teqina li Amedê ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan û Hamdullah Oge yê ku li Çewligê hatibû qetil kirin re rehmet xwest û wiha axivî: ”Ez hêvî dikim demildes failên van bûyeran bên ceza kirin. Serokomar digot 'Pilanê me yê B û C jî hene.' Em ji serokomar dipirsin gelo ev pîlanê we yê B û C bûn.” Weysî desnîşan kir ku ev 13 salin hukumeta AKP’ê deshilatdare lê bi tu awayî dengê van dayikan nabihîze û wiha got: "Tevî ku em kesên li vê derê qetlima kirine navê wan û paşnavê wan û peywira wan jî dibêjin nayên ceza kirin.”
Weysî da zanîn ku êdî bawariyan wan bi edalata hikumetê nayê û wiha pêde çu: "Roboskî, Gazî, bûyerên 6-7’ê Cotmehê, Musa Azmaz, Zekî Alar, Yasin Ozer, Bariş Dalmuş, Umît Kurt, Nihat Kazanhan, û sedan kes di dema ku AKP deshilatdar bû de qewimî.” Weysî diyar kir ku berpirsayariya hemû bûyaran AKP ye û ev tişt got: "Eger te berpirsyarê van failan derxistan holê, te kujerê Roboskî pîroz nekirina, eger te ji minafikan re çek neşanda ev bûyer ne di qewimîn.”
(ma/zt)