Leşkerên Tirk li ser sînor jina dû canî qetil kir
10:38
JINHA
TIL TEMIR - Leşkerên Tirk li sînora di navbera Rojava û bakûra Kurdistanê de jina bi navê Mûne ya dû canî qetil kir û cenazeya Mûne perçe kirine.
Leşkerên tirk bê navber êrîşê welatiyên ser sînor dike. Di 2'ê Hezîranê de jina bi navê Mûne Derwîş ya 25 salî û dû canî bû dema ku dixwest sînor derbas bike, ji aliyê leşkerên tirk ve hate qetil kirin. Buyera ku li ser sînora bakûr û Rojavayê kurdistan ya di navbera bajarê Dirbêsiyê ser xet û bin xetê de pêk hat. Leşkerên tirk bi êrîşên hovene cenazeya Mûne ya ku 7 mehî dû canî bû, ji hev perçe kirine û kezebê wê jê birine. Mûne hemwelatiya Ereban bû û li gundê Fekêh ê a bajarê Til Temirê hatiye dinê. Mûne ji bo debara xwe derbasî bakûrê kurdistanê bibû.
Cenazeya Mûne duh li gundê Fekêh ê ya bajarê Til Temirê veşartin.
(ja-sş/rc)