KJK'ê: li hember êrîşan banga dengdana jiyana nû kir
10:42
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK’ê êrîşa bombeyî ya li Amedê bi awayekî çavsorî pêk hat şermezar kir û got: “AKP bi rewşa heyî li hember pêşkeveçûna demokratîk û aştiyane ya Tirkiyeyê benda herî sereke û dawî ye. Gel, jin, tevayî pêkhateyên olî-mezhebî, demokrat û sosyalîstên Tirkiyeyê wê vê bendavê 7’ê Hezîranê derbas bikin. Li ser vî esasî em bang dikin ku di 7’ê Hezîranê e deng bidin aştiya gelan, jiyaneke nû û doza mirovatiya mezin.”
Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîşa bombeyê ya li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK’ê diyar kir ku bi pêvajoyeke pir qirêj û tehlûke ya ji destpêka pêvajoya hilbijartinê ve desthilatdariya AKP’ê bikaranîna derfetên dewletê ve bimeşîne rû bi rû ne û got, “HDP bi polîtîkayên xwe yên aştiyane û berfireh ji bo tevayî gel, bindest, pêkhateyên olî û bi taybet jin, ciwanan ku tevlî siyasetê dike bû îradeyeke çareseriyê ya nefes dide gelên Tirkiye, çavkaniya hêviyê û îradeya çareseriyê. Li hember vê pêşveçûnê AKP û Erdogan derfetên ku bigihînin armancên xwe yên rejîma otorîter-faşîst û bi tena xwe bibin desthilatdar winda kirine. Gel, jin û bindest ku her cure bendan derbas dikin û di avakirina jiyana nû û demokratîkbûna Tirkiyeyê de bilez pêş dikevin, sultaya 12 salan a KP’ê hejandiye. Bi vê hêrs û qehrê ku gelên me ber bi kaos û şer ve dibe, di bin siya tarî ya Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê de zemîna hilbijartinê ya jixwe ne demokratîk e dixwaze ji holê rake û daxwazên xwe yên rejîma otorîter-faşîst a bi rayeyên awerte pêk bîne.”
KJK wiha dewam kir: “Bi taybet beriya di pêvajoya hilbijartinan diravdaniya veşarî ku ji bo Serokkomar Erdogan hat qebûlkirin, delîlên ku wê di hilbijartinan de her cure provokasyon û operasyonên veşartî bên meşandin nîşan dida. Armanca êrîşên li Giyadîn, Mersîn-Edene, Erzirom, Çewlik û herî dawî li Amedê ev e ku komkujiyên mezin pêk bînin, gelê me provoka bike û bikişîne zemîna pevçûnê. Em van êrîşên bi awayekî çavsorî hatine kirin lanet dikin. Sedema ku heta niha van êrîşan encam negirtiye îradeya polîtîk-rêxistinkirî, sekna aştiyane-demokratîk a gelê me ye
Bi saya hestyarî û hişyariya mezin a gelê me komkujî û provokasyona dihat xwestin di mîtînga Amedê de bê pêşxistin vala hatiye derxistin. Eger hestyarî û sekna bi biryar a gelê me tinebûya di bûyeran de wê bi hezaran mirov hatibana qetilkirin, wê gelên Tirkiyeyê ber bi atmosfera şer û kaosê hatiba kişandin. Careke din gelê Kurd garantoriya aştî, xwişk û biratî û welatekî demokratîk kiriye. Di vê oxirê de gelek berdêl dane. Heta niha rê li ber şehadeta 4 mirovên me û bi sedan birîndarên me vekiriye. Em ji malbatên kesên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. “AKP bi rewşa heyî li hember pêşkeveçûna demokratîk û aştiyane ya Tirkiyeyê benda herî sereke û dawî ye.
Gel, jin, tevayî pêkhateyên olî-mezhebî, demokrat û sosyalîstên Tirkiyeyê wê vê bendavê 7’ê Hezîranê derbas bikin. Li ser vî esasî em bang dikin ku di 7’ê Hezîranê e deng bidin aştiya gelan, jiyaneke nû û doza mirovatiya mezin. Her dengê ji HDP’ê re wê bibe kevirê esasî yê jiyaneke nû û welatekî demokratîk.”
(zt)