'Hûnê qey bi bombeyan Kurdan bitirsînin?'

12:56

JINHA

STENBOL - Rewşenbîr û hûnermendan ji bo êrîşa bombeyî ya ku di mitînga Amedê de pêk hat bertek nîşan dan. Wiha gotin: "Nerfreta ku we daye avakirin wê sûdê nedê we. Bi mirovên xweşik ya vî welatî û xweşikbûna ciwanên Gaziyê dê agirê ku we pêxistiye bê vemrandin. Dê aşîtî bi serbikeve. Pelîn Batu berteka xwe wiha anî ziman: "Li cîhanek ku dayîk lê digrîn, îqtîdara we bila bifetise." Devîn Ozgur Çinar jî wiha pirsî: " Ji kesê ciwan heta kesên kal û pîr, kurdên ku her dem di bin siya kuştinê de dijîn, ma dê ji bombeyênn we bitirsin?."

Rewşenbîr û hûnermendan ji bo mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku duh li Amedê bi tevlîbûna sedhezaran kes pêkhatibû û rastî êrîşa bombeyî hatibû bertek nîşan dan. Rewşenbîr û hûnermendan li ser hesabên xwe ya medya yê civakî peyamên sersaxî ji bo HDP'ê weşandin. Hûnermend û rewşenbîr bertekên xwe ya li hember êrîşê wiha anîn ziman:

Aylîn Aslîm: Nefreta ku we daye avakirin wê sûdê nedê we. Bi mirovên xweşik ya vî welatî û xweşikbûna ciwanên Caziyê dê agirê ku we pêxistiye bê vemirandin. Dê aşîtî bi serbikeve.

Nur Sûrer: Ez ewqas xemgîn bûme nizam çi bêjim. Sersaxiyê ji gelê Amedê re dixwezim. Ji ber ku hîna hûn dibêjin aşîtî ez bi we serbilindim.

Ahmet Şik: Tîcareta olî, tewanbariya nefretê, provokasyon, êrîş, dizî, lînç û bê zagonî....Çi dibe bila bibe emê te nekin serok. Hûnê werin darizandin!

Şebnem Sonmez: Dê aşîtî bi serbikeve. Ji ber ku dervî aşîtiyê rê tune ye! Dê li Amedê faîllê muçhul nemîne ji îro û pêve.

Ahmet Ûmît: Ji înada wan re azadî, ji înada wan re biratî, ji înada wan re aşîtî û demokrasî. Bila gumana tu kes çênebe, teqez emê bi serbikevin.!

Bariş Atay: Ji bo ku hûn di hilbijartinê de bi serbikevin hûn bombeyan di nava gel de diteqînin... Bi rastî hûn qatîlên hovin...

Devîn Ozgûr Çinar: Ji kesê ciwan heta kesên kal û pîr, kurdên ku her dem di bin siya kuştinê de dijîn, ma dê ji bombeyênn we bitirsin? Ew aşîtiyê dixwezin û dê aşîtî bi serbikeve.

Emrah Serbes: Ez li vî welatî ne birçîbûn û ne jî mirin, aşîtî û azadiyê dixwezim ji bo her kes. Emê te nekin serok.

Genco Erkal: Pir mijûl dibin û xefikên xayînî datînin lê ewê aşîtî bi serbikeve. Lê herkes hişyar be.

Hayko Bagdat: Li vî welatî herî zêde dewlet mirovan qetil dike.

Harûn Tekîn: Qanalên ku Amed nedîtin, ger HDP û gel hestiyar nezîk nebûya dê di heman deme de bihata girêdan.

Mert Firat: Ji kesên ku rihê xwe firotine hêviya nirx dayîn mirovan ne ehmaqtiye jî. Ji her gotinek we bêhna xwînê tê, nêrînê çavên we bi xwîne, dilê we miriye.!

Orçun Masatçi: Bê dengbûn îxanete! Bê dengî hilweşîna vîjdanê ye!

Pelîn Batu: Li cîhanek ku dayîk lê digrîn, îqtîdara we bila bifetise.!

Yasemîn Goksu: Lanet bê, tiştê we dixwest bikin we dîsan kir. Bila gumana we tune be ewê di wede biteqe. Ji înada were ezê dengê xwe bidim HDP'ê. Bijî biratiya gelan.!

(rc)