Yên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran ve hatin definkirin

13:18

JINHA

AMED - Ramazan Yildiz û Necati Kurul yên ji di êrîşa bombeyi ya li Amedê pêkhat de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran welatiyan ve hatin defin kirin.

2 welatiyên di du êrîşên bombeyi yên ku di mitînga HDP'ê ya Amedê de hatin lidarxistin de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran welatiyan ve hatin definkirin. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Ramazan Yildiz û Necati Kurul ji aliyê malbatan û HDP'ê ve hatin girtin.

Di merasîma Cenazê Ramazan Yilmaz yê birin Goristana Dortyuzli Evler de Hevserokên DBP'ê Emine Ayna û Kamuran Yuksek, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, namzetên parlementerên HDP'ê Hilal Şanli, Ziya Pir, Çagla Demirel, nûnerên MEYADER'ê jî di navê de bi dehan kes amadebûn. Di ketina goristanê de cenazê Ramazan li ser milê xwe girtin û ketin meşê. Di meşê de alayên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê li gel posterê Ramazan rakirin. Di meşê de duruşmên weke "PKK întiqam", "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin bilind kirin. Piştî karên definkirinê Hevserokê Navenda DBP'ê yê Amedê Ali Şimşek diyar kir ku duh êrîşek xayînane hat li darxistin, deshilatî di oxira berjewendiyên xwe de mirovên mehsum qetildike û got: "Dê ti êrîş negihin armanca xwe. Ji bo tolhildana hevalên xwe emê zêdetir tekoşîna xwe bilid bikin."

Bavê Ramazan Yildiz Husamettin Yildiz jî wiha axivî: "Ramazan şehîdê gelê kurde. Heger dixwazin li şehîdê min xwedî derkevin bila li dengê xwe xwedî derkevin. Dê kurdên biromet sibê ser sindoqan tola lawê min hilînin, li vîna xwe û şehîdê min xwedî derkevin."

Piştî axaftinan bi duruşman welatî ser goristanê belavbûn.

Di heman demjimêran de Necati Kurul yê ku di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî li Goristana Yenikoyê bi girseyî hat defin kirin. Li Mala Şînê ya Ehmedê Xanî û Mala Şînê ya Egiliyê taziye ji bo Şehmuz Kaçan û Necati Kurul tên qebûlkirin.

(zt)