Li Rimêlan yekem komîna jin

14:05

JINHA

RIMÊLAN- Li bajarê Rimêlan xebatên ji nûve avakirina ji aliyê Yeketiya Star hat destpêkirin.

Di 5'ê hezîranê de ji bo avakirina komîna xweser a bi navê komîna xweser a jinên Rimêlan li navenda zimanê kurdî ya bajarê Rimêlan a kontona Cizîrê bi amedebûna gelek jinên kurd û ereb yekemîn komîna xweser hat avakirin. Bi lidarxistina civînekê ji aliyê Yeketiya Star ve li navenda zimanê kurdî ya bajarê Rimêlanê komînek hat avakirin û komîteyên komînê yên weke komîteya tenduristî, komîteya parastinê, komîteya perwerdê û komîteya lihevhatinê hat avakirin. Di civînê de rêziknameya komînên xweser ji aliyê endama meclisa Yeketiya Star Caklîn Şêxmûs ve hate xwandin.

Di civînê de endama rêveberiya Yeketiya Star Şevîn Dêrik derbarê giringiya avakirina komînan de wiha axivî: ''Ji bo civakeke bê xwezayî ev komîn tên avakirin, hemû pirsgirêkên li vir komîteya lihevhatinê dê çareser bike û bi taybet pirsgirêkê jinan. Komîteya herî girîng komîteya parastinê ye ew jî bi riya xwe wê jinan li ser şêwazê parastinê perwerde bikin, komîteya tenduristî di aliyê hişyarkirina jinan de xebatên xwe bi rêve bibin.''

Civîn bi hilbijartina rêveberiya komînê û du alîkaran bi dawî bû.

(sx/rc)