Her du lingên sînemavan Lisa Çalan ya ku di êrîşa bombayî de birîndar bûyî jêkirin
15:23
Hezîran
6
/ 2015
JINHA
AMED - Xebatkara Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn Lisa Çalan ya ku di êrîşa bombayi ya mitînga Amedê de birîndarbûyî her du lingên wê jêkirin.
Di nava 416 kesên di êrîşa duh li mitînga HDP'ê ya Qada Îstasyonê ya Amedê hatî kirin de birîndarbûyîn di navê de Xebatkara Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn Lisa Çalan jî heye. Lisa ya giran birîndarbûyî rakirin Fakulta Tibi ya Nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê hat zanîn ku ji ber meriçandina zêde her du lingên wê jêkirin. Lisa ya ku di beşa lezgîn de tê girtin heya 48 saetan nikare şiyar bibe û rewşa wê girane.
(zt)