Jinên Rojava êrîşa bombeyî şermezar kirin

15:37

JINHA

QAMİŞLO - Jinên Rojavayê kurdistanê bertekê xwe ji bo êrîşa bombayî ya ku duh di mêtînga HDP'ê ya li Amedê pêkhatî şermezar kir û ji malbatê şehîdan û birîndaran sersaxî xwest.

Saziyên jin ên Rojavayê Kurdistanê êrîşa hovane ya ku duh di mîtînga HDP'ê a Amedê de pêk hatî şermezar kir. Sozda Berzan Elî Endama desteya tenduristiyê bertekê xwe ya li hember êrîşê wiha vegot: ''Em êrîşa bombeyî ya ku bi ser gelê bakûrê Kurdistanê Amedê pêkhatî şermezar dikin. Gelê Amedê ne bi tenê serê xwe ne. Hesabê vê teqînê divê ji hikûmeta AKP'ê were pirsîn. Dixwezin bi teqîna bombeyan çavê gel bitirsînin. Hikûmet ji serkeftina HDP'ê ditirse ji ber vê yekê jî êrîş bir ser gel. Lê ew çi bikin jî dê HDP'ê bi serbikeve."

Endama Dadgeha Gel a bajarê Qamîşlo ya Cizîra Leyla Reşad anî ziman ku armanca teqîna bombeyê tune kirina Kurdane û wiha pêde çû: ''Ji ber siyasetên dewletê ya înkar û îmhayê hêşt ku Kurd serê xwe hilbidin û li berxwe bidin. Êrîşa ku duh di mitînga HDP'ê ya Amedê de pêk hatî encama vê siyasetê ye. Emê tu caran li hember êrîşên hovane dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bila herkesê ku dijmintiya Kurdan dike vê yekê baş bizanibe ku Kurd êdî bi hêzin. Em wek jinên Rojavayê Kurdistanê êrîşa ku pêkhatî şermezar dikin û ji bo malbatên şehîdan û birîndaran em sersaxî dixwezin."

Endama Destaya Parastinê Rogîstan Mihemed jî wiha got: "Teqîna bombeyî ya ku duh li mitînga HDP'a Amedê de pêk hatî em gelek xemgîn kirin û êşandin. Hikûmet Tirkiyê ji bo berjiwendiya xwe êrîşê gel dike. Armanca hikûmetê ewe ku hêza kurdan bişkîne û biçewsîne, ji ber ku tehmûla hikûmeta AKP'ê li hember serkeftina HDP'ê nemaye ewqas êrîşê gel dike. Gel dê ji ber van êrîşan netirse û di hilbijartinê de HDP'ê wê bi ser bikeve. Em wek gelê Rojava her dem li gel gelê xwe ya Bakûrê Kurdistanê ne. Heya em wek Kurd bigînin azadiya xwe emê têkoşîn bikin."



Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîna Hibo êrîş şermezar kir û wiha got: ''Êrîşa ku di mitînga HDP'ê ya Amedê de pêk hatî em şermezar dikin. Bi êrîşên bombeyî dixwezin dengê gelan bibirin. Êrîşa ku pêkhatî êrîşa hêzên tariye. Bê tehmûliya desthilatdariya hikumetê ya li hember serkeftina gelen û HDP'ê ye. Xwîna şehîdên me wê li erdê nemînin, emê şopdarê têkoşîna azadiyê bin. Em sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan re dixwezin û şîfayê lezgîn ji birîndaran re dixwezin."


(re-px/rc)