Dê di derbarê Mudurê Tendurustiyê yê de serlêdana suc bikin
17:21
JINHA
AMED - li Zaningeha Dicleyê ya Amedê ji bo teqîna ku do li mitînga HDP 'ê ya Amedê pêk hat de daxuyanî hate dayîn. Li gor daxuyaniyê 3 kes jiyana xwe ji dest daye û 402 kes jî birîndar e. ji birîndaran 16 kes rewşa wan giran e.
Endamên OdeyaTabîban ya Amedê,şaxa SES'ê ya Amedê, Meclîsa KCD'ê ya Tenduristiyê û nûnerên TÎHV'ê ji bo rewşa nexweşan û şêrmezarkirina teqîna ku do li mitînga HDP'ê ya Amedê de pêk hat bi tevlîbûna namzetên parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Nursel Aydogan, İdris Baluken û Sibel Yigitalp, Hevserokê Şaredariya Mezin ya Amedê û gelek welatiyan daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniyê ser navê komê Serokê Şaxa SES'ê ya berê Hulya Alokmen xwend. Hulya destnişan kirin ku du teqîn pê hev çêbûyê û ji ber ku ambulans pir dereng hatiye cihê bûyerê mûdahaleya yekemin ji alî kesên dilxwaz û gel hatiye kirin û got: "Kesên birîndar bi maşîneyên sivîl gihiştinin nexweşxaneyan. Daxuyaniyê de bal hate kişandin ku ji ber gazên ku piştî teqînê polîsan avêtiyê alozî mezin bûye ku ev jî bûye sedema windahiyan."
'Ambûlansên 112 nehatin cihê bûyerê'
Hulya diyar kirin ku di encama bûyeran de 3 kes jiyana xwe ji dest daye û 402 kes jî birîndar e. ji birîndaran 16 kes rewşa wan giran e û wiha domand: "Hin nexweş ji ji ber bandora teqînê di asta 2'emîn de şewitandin pêk hatiye. Ji ber bilye û perçeyên şarapnelê ku di bombeyê de hatiye bikaranîn jî gelek kes birîndar bûye." Hulya anî ziman ku piştî bûyerê ambulansê ji ber ku Midûryeta Tenduristiyê 112 li qadê ne amade bû ev jî bûye sedema windahiyan û wiha berdewam kir: ''Der heqê bûyerê de pêwiste ku agahiya van saziyan hebe û dema buyerê li ser karê xwe bin lê ev nehatiye kirin.'' di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku der heqê van saziyan de dê doz were vekirin."
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo hestiyariya gel û xebatkarên tendurustiyê ya dilxwaz spasdarî hate kirin.
Piştî daxuyaniyê Parlamenterê HDP'ê İdrîs Baluken destnîşan kir ku di dîroka Komara Tirkiyê de bûyerek bi vî awayî nehatiye dîtin ku cihekî bi hezaran kes lê kom bûnê bomba lê tê bi cîh kirin. İdrîs diyar kir ku ev bûyer bi planek mezin hatiye amade kirin û qetîame ku bi daxwaza dîroka Tirkiyê veguherîne dîroka dîktatoriyê hatiye kirin.
Piştî İdrîs Baluken Hevseroka Şaredariya Mezin ya Amedê Gultan Kişanak jî da zanîn ku bi hemû nexweşan re axivîne û got: "Daxwaza nexweşan ji me ew e ku ser vê bûyerê neyê girtin û dixwazin ku dengê xwe bikarbînin. Her nexweş ji bo hevalê xwe yê din bi şayiş e û ji bijîşkan dixwazin ku pêşî li hevalên wê/wî binêrin. ev mînakên ku em gelek pê bihestiyar bûn ji bo mirovahiyê jî mînakên girîng in.'' Gultan da zanîn ku ew xwediyê qetlîamê nas dikin û ew ê hesaban ji wan bipirsin û wiha bi dawî kir: ''Divê hemû kes xwedî li sekna birîndaran derkeve û bersiva xwe roja hilbijartina bi hêz bide provakatoran.''
Daxuyanî bi sloganên "Qatîl Erdogan", "Dê roj were hesab bê pirsîn" û "Bîjî Serok Apo" bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê komek ciwan ji bo piştgiriya birîndaran bi meş hatin qadê û bi sloganên "Ciwan fedaîyê Apo ne " û "Tolhildan, tolhildan" ber bi nexweşxaneyê ve meşiyan.
(ch-glk)