Şermezar kirina teqîna li Amedê

17:38

JINHA

DIRBÊSIYÊ- Jinên Rojava bertek li hember êrîşên ku di mitînga Amedê de pêk hatî da. Jinan gotin: "Bila dewleta Tirkiyê baş bizanibe ku wê tu caran nekaribe vîn gelan bişkîne û pêşî li serkeftinê bigire."

Ji her deverê Kurdistanê bertek ji bo êrîşên ku li ser mitînga bi coş ya HDP'ê Amedê pêk hatî tê. Jinên bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bertekên xwe ya li hember êrîşên hovene ya ku di mitînga HDP'ê ya Amedê de pêkhatî nîşan dan û şermezar kirin. Jina bi navê Zahîde Mihemed wiha bertekê xwe anî ziman: "Teqîna ku li Amedê pêk hatî em nalet û şermezar dikin. Ev êrîş û plan li hember serkefina gelê Kurde. Li Rojavayê Kurdistanê û li bakûr dijmin êrîş dike dixwezin bi van êrîşên hovane vîna gelê kurd bişkînin. Hewildana wan ewe ku pêşî li serkeftina hilbijartinê bigrin. Lê bila baş bizanibin ku gelê Kurd ji her demê zêdetir bi hêz bûne. Bila dewleta Tirkiyê baş bizanibe ku, DAIŞ'ên ku bi ser meda rêdike û planên êrîşê ên ku çêdike dê lê bizivire. Bi êrîşên ku pêktê biratiya gelan bi hêztir dibe û hêviya serkeftina HDP'ê zêdetir dike. Em ji bo malbatên şehîdan sersaxî û ji bo birîndaran şîfayê lezgîn dixwezin. Dê HDP'ê sibê di hilbijartinê de bi serbikeve."

Cîhan Hêwê got: "Ez di serî de gelê Amedê silav dikim û dibêjim wê tu caran berxwedanê gelê Kurd bin nekeve. Em wek jinê Rojavayê Kurdistanê piştgiriya gelê bakurê Kurdistanê dikin. Ev komkujiya ku di mitînga Amedê de pêk hatî em şermezar dikin û nelet dikin. Ev êrîş bi destê hikûmeta AKP'ê û Erdogan ve pêk hatî. Çawan DAIŞ'ê bi ser me de şand û bi ser neket berxwedaniya gel bi serket, dê li Amedê û tirkiyê jî HDP'ê bi serbikeve.

Kasûma Isman jî wiha got: "Em wek jinên Rojavayê Kurdistanê êrîşa ser gel pêk hatî şermezar dikin. Em wek dayîk û jinên Rojava her dem piştgiriya xwe li gel gelê xwe dikin û dibêjin di 7'ê Hezîranê de HDP'ê wê bi serbikeve û jiyana demokratîk û wek hev wê pêk were."

(şa/rc)