Çeteyên DAIŞ'ê jina berasteng bi hovîtî qetil kir
18:45
JINHA
SERÊKANIYÊ – Li gundê Hesena Rojhilat a Serêknaiyê jineke ku cilên wê jê hatibûn kirin û destên wê hatibûn girêdan û bi guleyan hatibû birîndarkirin hate dîtin. Beriya bighêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku hêzên YPG’ê bajaroka Mebrûka û gundên derdora wê ji çeteyan rizgar kirin, hêzên Asayîşê û hêzên YPG’ê xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Di encama xebatên lêgerînê de hêzên Asayîşê li gundê Hesna Rojhilat ya 50 kîlometrî rojavayê bajaroka Mebrûka dikeve cenazeyê jineke cilên wê jê hatine kirin, destê wê bi zincîran hatiye girêdan û bi 2 guleyan hatiye birîndarkirin, di heman demê de birîneke kor di hêtên wê de hebû.
Hêzên Asayîşê bi lez wê rakirin nexweşxaneya Serêkaniyê, lê beriya ku bighêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Bijîşkên pispor diyar kirin ku temenê wê di derdora 30'î salî ye û di mejiyê xwe de astendar bû û hat gotin ku dewsa lêdaneke diwjar di laşê wê de diyar bû, guleyek di mil de, yek jî di zikê wê de û ya birînek dijwar di hêtê wê de bû.
(rc)