Akadamiya Jina Zanîst
09:21
Roksan efrin zêrin kurtay-JINHA
Qamişlo- Ji bo pêşxistina jina azad û bi rêxistin kirina civakeke azad li bajarê Rimêlan li Akadimiya Zanist ya Jinê li ser pîvanên jina azad perwerde tê dayîn.
Derbarê vekirina perwerdeyên zanista jin endama rêveberiya Akadimiya perwerdeya zanista jin Zozan Dêrîk wiha got: ''Di sala 2012'an de ekadimiya perwerda jina hat vekirin. Armanc despêkirina perwerdê, hem ji bo ku jin xwe nasbike û hem jî ji bo ku bingeha civakê a dîrokê û zanistê bê pêşbikeve. Jin her dem di bin siya mêr de hatî hêştin û di nava civakê de weke pirsgirêk û astengî tê dîtin. Ji ber vê yekê perwerdeya zanîstî a jin dê bi demê re têkoşîn û rêxistina jin bilind bike. Akademiya Jina Zanist ne tenê ji bo jina Kurd her wiha ji bo hemû jinên din jî hatiye vekirin. Bi perwerdê re em guharitin girîng bi jinan re dibînin ev yek jî encama rêxistinbûn û têkoşînê ye."
'Jina ku her dem azadiya wê dihat dorpêçkirin wê azad bibe'
Derbarê pêşketin û rêxistin kirina jinan de Zozan wiha got: "Jina ku azadiya wê bi salaye ji aliyê pergalê desthilatdar ve hatiye dorpêç kirin, bi saya vê perwerdê lêgerîna jinan a azadiyê bi hêzdibe. Akedemiya Jina Zanist li ser pîvan û rêgezên jina azad radiweste. Li ser waneyên wek dîroka kurdistanê, dîroka jin û jina azad kiye û wê çawan bijîn niqaşên berfireh tên meşandin."
'Pergal bi olê xwest hebûna jin a xwezayî ji holê rake'
Zozan wiha berdewam kir: "Perwerde li ser bingeha guhartin û veguhartinê pêşdikeve. Ji bo ku jin bikaribe bi aweyek hêsan xwe îfade bike perwerdeyên xweser girînge. Hem ji bo ku hebûna xwe nasbike û hêz bigre hem jî bikaribe ji nûde zemîna civaka bi destê jinê avabike wateyek wê heye. Pergalê bi olê xwest hebûna jin a xwezayî ji holê rabike û tune bike."
'Bi şoreşa Rojava re jin bu xwedî vînek azad'
Zozan diyar kir ku jin niha êdî pêşengiya şoreşa Rojava dike û wiha domkir: "Di nava şoreşa Rojava de jinê di karê xwe de serkêşiya civakê kir û jina azad avakir. Ji bo vê yekê jinên ku tevlî perwerdê dibin bi heycan û xwastek dixwazin lêgerînê di kesayeta xwe de bikin û bibin xwadî kesayekteke xurt di kar û xebat xwe de. Em vê perwerdê bi fikir û felsefeya Rêber Apo didin û jinên ku tevlî vê perwerdê dibin temenê wan di navber 20 salî heta 40 saliye heye.''
Zozan wiha got: ''Hemû jin dikarin tevlî vê perwerdê bibin tu ferq û cûdahî di vê perwerdê de tune. Ne partî û ne jî ol û ne jî netew, divê jin hîn bêhtir li dora hev bicivin û divê hemû jin xwadî li hev derbikevin. Ev ekadimî cihê avakirina jina azade û di vî milî de divê her jinek hişyar be û xwe pêş bixîne.''
(rc)