Amedî: Li hember provakasyonên zirav şiyarbûn bi serket
09:23
JINHA
AMED - Ji dema ku di mitînga HDP'ê ya Amedê de êrîş pêkhatî heya niha saziyên civaka sivîl ketine nava tevgerê, li hember rewşên awarte û provakasyonan xebatên xwe berdewam dikin. STK yê diyar kir ku dê tekoşîna xwe ya li hember hema piştî bûyerê mudaxeleya polîsan û nivîsa amade ya berê Walitiyê şandî nexweşxanan berdewam bikin. Gel jî got: "Bi navê xwedî derketina li hilbijartinê ji înada wan emê şiyarbin."
Li tevahiya cîhanê 5'ê Hezîranê weke Roja Derdor tê pîrozkirin li Tirkiyê weke hefta bi "hilweşîna xwezayê tekoşînê" tê pîrozkirin. Li Amedê jî wê rojê bi êrîşa bombayi ya ku têde 4 ewlatiyan jiyana xwe ji dest dan û 416 welatî jî bi giranî birîndarbûn despêkir. Ji dema êrîşa bombayi ya mitînga HDP'ê ya Amedê heya niha welatî ji qadan daneketine. Saciyên civaka sivî jî ji bo ku hilbijartinê dibin siya bûyeran de nehêlin hewildidin ku baldariyê nîşan bidin. Endama Komisyona Hiquqî û Jinan ya Şaxa ÎHD a Amedê Parêzer Gamze Yalçin da zanîn ku di demek wiha kêm mayî ji hilbijartinê re bi hesabên zirav û pîlankirî êrîşek wiha kirin armanca wan di roja hilbijartinê de porvakasyon bû.
'Dema ku gel xwestibana dikarî şer despêbike'
Gamze destnîşan kir ku hema piştî êrîşê polîsan bi awayek derhiquqî bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin û wiha domand: "Ji xwe beriya hilbijartinê êrîşên bi vî awayî diyarbûn dê bikinû, lê welatiyan baldarî nîşan dan. Ji ber ji xwe qad dagirtîbû heger gel xwestibana dê navendek ya rageşiyan ku ne dihat ramanê mirovan avakiribana. Lê gelê me nehat van lîstokan. Em van êrîşan weke lîstokên dewletê dinirxînin."
'Emê ji bo walitiyê katên hiquqî bidin despêkirin'
Gamze anî ziman ku ji dema teqîn çêbûyî heya niha ew weke ÎHD li hemû nexweşxaneyan geriyane û di derbarê xebatên xwe de wiha axivî: "Di nava canê hemû birîndaran de parçeyên bombeyan hene. Ev jî derdixe holê ku êrîşa bombeyî hatiye kirin. Emê bibin şopdarê êrîşa berê hatî pîlankirin û ji tirsa xwe kirîn. Ev dide zanîn ku berê Walîtiyê bi nivîsekê pîlan kiriye. Emê di derbarê Walî û nivîsê de karê hiquqî bidin meşandin."
'Em hemû derfetên xwe yên Oda Ezanê seferber dikin'
Sekretera Giştiya Oda Ezana Amedê Umran Duman jî wiha qala êrîşê kir: "Di dema êrîş çêbûyî de ez nobedar bûm, dengê teqînê hat min û hema pir dem neket navberê mirovên çavên wan ji rontikan dagirtî ber bi ezanê ve diherikîn. Bi carekê re mirovên birîdar bir bi ezanê ve diherikîn. Her kes di nava xwînê debûn. Êdî ambulans têr nedikir, wan bi xwe tedawiya xwe dikirin. Min jî di hindirê ezanê de tî derman hebûn hemû dan birîndaran. Ew jî têr nekir ez li oda ezanê geriyam û hemû dermanên ji bo rewşên lezgîn di depoyê de min hemû anîn ew jî belav û min lezgîn derman xwest. Ji duh heya niha me hemû derfetên xwe seferber kiriye. Em weke Oda Ezana Amedê li gel gelê xwene, em li hember hemû cure êrîşên ser gelê me tên kirinin."
'Hemû STK yî ketin nava tevgerê'
Seroka Komela Karmendên Jinên Amedê (DÎKAD) ê Reyhan Aktar rewşa piştî hilbijartinê wiha nirxand: "Roj roja gel di parastina vîna xwe de kilît bibeye." Reyhan anî ziman ku armanca êrîşan sebra gel qedandin bû û wiha berdewam kir: "Hîna provakasyon berdewamin." Endama DÎKAD'ê Songul Bulde jî wiha axivî: "Dixwazin me bê deng bikin, lê em weke gel hînî van cure êrîşan bûne û emê neyên van provakasyonan. Emê li hember yên ku lingê zarokên sê salî jî jêkirine bi vê hêrsa xwe bi înat baldar bisekinin."
'Aştiyê hezim nakin'
Gelê ku ji duh dema teqînê heya niha hîna ji herêmê durneketine hîna ew şoq ser xwe ne avêtine. Yasemin Paçraz ya ku ji duh dema teqînê heya niha li herêmê nobetê digire di nava rondikên çavan de dibêje: "Hîna çi bûye ez tênegihiştime. Çima qet ji me hes nakin. Ez qet ji heskirina wan bawernakim. Hîna ez tênagihim, em ewqas wekheviyê dixwazin çima hîna hinek kesîm wiha ji me bi hêrsin." Mahfuze Akman jî got: "Di êrîşê de çavê AKP'ê zivirî. Aştiyê hezim nakin. Ez bang li AKP ya şerxwaz dikim, emê şer nekin, emê ji înada wan şer nekin û li hilbijartinê xwedî derkevin. Ez hêvîdarim ku tu jî vê êşê bijî." Kader Paçraz jî bertek nîşanî medyaya deshilat ya ku di nûçeyên xwe de cîh nedayî teqînê da û got: "Êdî baweriya me li hember medyayê nemaye. Kîdera vê rojnamegeriye? Dema ku em li vêderê dihatin qetilkirin medyayê deshilat propagandaya AKP'ê ya hilbijartinê dikir. Kesê dengê me ne dibihîst."
(zt)