Dengdanê despêkir
09:35
JINHA
WAN/AMED - Serê sibê di saet 08.00'an de dengdanê despêkir, ji bo dengdanê welatî diçin ser sindoqan. Binpêkirina despêkê ji Mûşê hat, cerdevan hemû bi hev re çun ser sindoqan û li wê deng dibin tindiyê de tên bi karanîn. Li Amedê li hember muhurên suxte yên hatine hilawistin bertek hatin nîşandan.
Hilbijartina giştiya ku bi mereqek mezin tê şopandin li hemû Kurdistan û Tirkiyê di saet 80.00'an de despêkir. Li ber hemû dibistanên seretayî ji bo dengê xwe bi karanînê welatî kombûne. Li Wanê jî welatî ji bo dengdanê herikîn ser sindoqan.
Ji Mûşê nûçeya despêkê ya binpêkirinê
Hat zanîn ku li Dibistanaseretayiya Hurriyet ya Herêma Sungu ya girêdayî navçeya Haskoy ya Mûşê cerdevan bi komî li gel AKP yiyan çun deng dan û li ser sindoqê sekinîne. Dema ku parêzeran xwest mudaxeleyî rewşê bikin û rojnamegeran xwestin dîmen bikêşin jî hatin asteng kirin. Leşker li derê dibisatanê rawestane û mudaxeleyî wê rewşa tind nayê kirin. Her wiha di derê dibistanê de xizmên AKP yiyan jî rawestane û desturê nadin yên dixwazin hilbijartinê bişopînin.
Li Amedê jî muhurên erjeng
Li Amedê ji saetên serê sibê de welatî ji bo dengdanê diherikin ser sindoqan. Li navçeya Rezan dema ku welatî diçin dibistana Dibistanaseretayi ya Yunus Emre ji bo dengdanê rastî muhura "Oy kullanma hakimiyet Allahin, yaraticina şirk koşma" tên. Li gelek dibistanên navçeya Rezan welatî rastî van muhuran tên. Hat zanîn ku li gelek navçeyên navenda Amedê, li navçeyên Amedê yên ji derve yên weke Lîce, Hênî û Pîranê jî muhurên bi vî rengî tên dîtin. Welatiyên ku ji bo dengdanê diçin ser sindoqan bertek nîşanî rewşên wiha didin.
Dengdan berdewam dike./...
(zt)