Elîfa ku di teqînê de birîndarbûyî: Tenê cîhanek aram û bedew dixwazim
09:53
JINHA
AMED - Jinên ku di teqîna mitînga HDP'ê de birîndar bûn û niha li nexweşxanê dirazin xwestin berpirs bên darezandin. Elif Çerçel ya 15 salî ku di êrîşê de birîndar bûyî got: "Tenê tişta ez dixwazim cîhanek aram û bedewe."
Remziye Yildiz ya ku di teqînê de despêkê ji lingê xwe birîndar bûyî û li Nexweşxana Lêkolînê ya Gazi Yaşargil tê razandin wê kêliyê wiha anî ziman: "Ez li cihê mitîngê bûm, ji ber ser lingan westiyam min hinek destê xwe bi qotiya çopê girt, pir derbasnebû ew qotiya çopê teqiya. Dema ku teqîn çêbû min hîs kir ku lingê min jêbû. Ez bi erdê ketim û min nekarî ser xwe ve bêm. Paşê ez rakirim nexweşxanê. Her du lingên min jî emelyat kirin û pilatîn xistine navê. Her du lingên min jî seqet bûn. Ne tenê ez lingê hevsera kurê min jî jêbûye. Dê kî hesabê vê bide." Remziye bilêv kir ku berpirsê bombeyê Serokomar Recep Tayyip Erdogane û wiha domand: "Xwestin Amedê jî bikin Kobanê. Erdogan vê qirkirinê kiriye û xwest çuna kurdan ya ser sindoqan asteng bikin. Di vê bûyerê de bi sedan welatî birîndarbûn û jiyana xwe ji dest dan. Ew çî bikin dê nikarin me bixapînin."
Ji ber şoqê kêliya teqînê nayê bîra min
Ji birîndaran Elif Çerçel ya 15 salî jî destnîşan kir ku ji ber şoqê kêliya bûyerê nayê bîra wê. Elif da zanîn ku beriya teqînê qada mitîngê tê bîra wê gelek keçecanbû paşê jî xwe li nexweşxanê dîtiye û wiha berdewam kir: "Tenê tişta ez dixwazim cîhanek aram û bedewe. Di nava me de yên teqînan bikin yan Erdogane yan jî polîsên wîne."
'Li cihê zarokên me bên darezandin bila bombaci bên darezandin'
Pembe Tektaş jî anî ziman ku ji malbata wan 3 jin birîndar bûne û wiha axivî: "Li qada mitîngê du teqîn çêbûn. Di van teqînan de ji malbata min sê jin birîndarbûn û rewşa wan jî pir baş nîne. Tayyip Erdogan li peyî vî kariye. Bila qurbana gelê me bibe. Zarokên me bêyî tiştek bikin digirin û cezayê giran didin wan. Di rastiyê de divê yên van êrîşan dikin bên cezakirin."
(zt)