Figen Yuksekdag: Dê ji sindoqan jiyanek nû derkeve

10:37

JINHA

VAN - Hevseroka Girşti ya HDP'ê û Namzeta Parlementera HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag diyar kir ku wan rêyên gelek zor derbaskirine heya ku xwe gihandine van sindoqan û got: "Dê îro ji van sindoqan demokrasiya Tirkiyê û baweriya jiyana nû derkeve."

Hevseroka Girşti ya HDP'ê û Namzeta Parlementera HDP'ê ya Wanê Figen Yuksekdag li hijmara 1178 ya Dibistanasereteyiya Zaferler ya li navçeya Îpekyoluyê ya Wanê dengê xwe bi karanî. Li gel Figen Yuksekdang, Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Wanê Hatice Çoban, Bekir Kaya, Namzeta Parlementera HDP'ê ya Wanê Yurdusev Ozsokmenler, Hevserokê HDP'ê yê Navendê Veysi Dilekçi li gel gelek endamên DBP û HDP'ê jî digerin. Figen di nirxandina girêdayî hilbijartinê kirî de da zanîn ku wan di pêvajoya hilbijartinê de bi gelek rêyên zor xwe gihandine ser sondoqan, li gel hemû zoriyan jî HDP dê encamên herî baş bidestbixe.

'Dê ji sindoqan jiyanek nû derkeve'

Figen wiha berdewam kir: "Ji bo xwe gihandina van sindoqan me kedên mezin dan. Her dem deshilata siyasî ji bo em negihin sindoqan di nava hewildanan debûn. Dê ji nava van sindoqan bersiva van hemû zoriyan derkeve. Li hember me her dem hilcumek ya antîdemokratîk meşandin. Me her dem sekna xwe ya domkratîk parast. Dê îro ji van sindoqan demokrasiya Tirkiyê û baweriya jiyana nû derkeve. Gelê herêma Wanê û hemû Tirkiyê demokrasî û jiyana nû maf kirine. Ez di wê baweriyê deme ku dê hilbijartinên 7'ê Hezîranê deriyê pêşerojek nû veke."

'Heya encam diyar nebe bila kes dest ji peyîwira xwe bernede'

Figen di dawiya axaftina xwe de banda dengdanê li herkesê kir û xwest her kes di demokrasiyê de peyîwira xwe bîne cîh û wiha dom kir: "Heya encam diyar dibin divê hemû peyîwirdarên me ser peyîwira xwe bin."


(zt)