Jinên Amedê wê îro li ser sendoqan bersivê bide

11:23

JINHA

AMED - Jinên Amedê li hember êrîşên ser HDP'ê û êrîşa bombeyî ya ser mitînga Amedê ya HDP'ê ku bi sedhezaran welatî tevlîbibûn pêkhatibû bertek nîşan dan û gotin, "Emê bersiva xwe îro li ser sendoqan bidin."


Îro 7'ê Hezîranê ye û ji ber bendewariya hilbijartinu giştî, 53 milyon 765 hezar û 231 hilbijêr li bajarê Tirkiyê ji bo deng bide, çûn ser sendoqên hilbijartinê û dest bi karanîna dengan kir. Bertekên gel li hember êrîşa bombeyî a ku li mitînga HDP'ê ya Amedê pêkhatî didome. Nazdar Kahramaner derbarê êrîşa bombeyî ya Amedê ku pêkhatibû û di navede zarok, jin û ciwan bi sedan kes birîndar bibun û 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de axivî û diyar kir ku, li ser gelê Kurd bi salaye leystûk hatine leystin. Nazdar da zanîn ku, qetilama ku li ser gelê kurd pêktên tên rewa kirin û anî ziman ku Kurd wê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedin. Nazdar destnîşan kir ku, Kurd êdî neyê leystûkên qijrêj ya sîstemê û wiha got: "Emê şopdarê doz û hevalên xwebin û ewê têkoşîna me bidome. Bersiva pêwîst wê li ser sendoqan bê dayîn."

'Hilbijartin di nava xwînê de hêştin'


Jina bi navê Rojîn Zarger li hember êrîşê hêrsa xwe anî ziman û wiha got: "Di mitînga HDP'ê de herkes hîsdikir ku wê tiştek pêkbê, lê ew hîsa ku bi mere pêşketiye me ji biryar bûna me dûr nexist. Ev êrîşa ku li hember gelê Kurd pêkhatî êrîşa nefretê bû. Bi berxwedana Rojava ya li hember çeteyan re cîhan hemû gelê kurd naskir û HDP'ê li bajarên Tirkiyê cihek girîng girt. Yên ku serkeftina gelê kurd napejrînin vê carê êrîşan pêktînin." Rojîn anî ziman ku, li ser axê Kurdan bi salaye xwîn tê rijandin û wiha pêde çû: "Em êrîşan şermezar dikin, em kurd natirsin, nacirifin û emê her li qadan bin. Yên ku ditirsin û harbûne niha li me temaşe dikin.

'Dê bersiva êrîşa li ser sendoqan bê dayîn'

Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Selma Atabey diyar kir ku, ên li dora HDP'ê dicivin mafê jin û demokrasiye û hikûmet li dijî jin û demokrasiyê ye. Selma anî ziman ku, hemû bajarî li meydana Îstasyonê kombibûn û wiha got: "Di mejiyê herkesî de kêfxweşiyek cûda heye. Amed bu şahîdê mitînga dîrokî ya mezin û herkes coşa wê jiyan dikir. Dema em çûn meydanê her tişt baş rêvediçû. Piştre du bombe li pay hev teqîn. Despêkê bombe ne hate bîra me ji ber me îhtîmalek wiha ne danîbû. Dewlet û hikûmetek ku wiha êrîşê gelê xwe bike nayê bîra tu kes. Cara yekem li qada mitîngê di nava gelde bombe hate teqandin. Em wek gel êrîşa ku pêkhatî şermezar dikin û tu caran emê van êrîşan nepejrînin."

'Ya ku kirine ne êrîş qetilame'

Zeynep Demîrel Akçar êrîşên ku pêk hatî bi tundî şermezar kir û wiha got: "Ya rastî ew bûyer bi qasî ku me tirsand ewqas jî em li benda buyerek bi vî aweyî nebûn. Em pir xemgînin, hevokên me têra êşa me nakê ku em bînin ziman, lê li hember hemû êrîşan em cardin li ser piyê xwene. Em bin neketin û emê bin nekevin. Diyare ku gelê kurd nasnekirine. Ya ku kirine ne êrîş qatilame. Li qadê bi hezaran jin, zarok û ciwan hebûn. Êrîşek bê sînor bû. 30 sal zêdetire têkoşîna gel tê dayîn û li berxwe didin.100 sal jî bibore emê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin. Emê şopdarê heval û dozê xwe bin û em soza şopandina riya şehîdên xwe didin. Ew wisan difikirin ku bi êrîşên hovene berxwedana me bişkînin lê tiştek gelek girîng ji bîrkirine; gelê kurd heya roja îro her dem rastî zilm, qetilam û qirkirinê hat lê xwe tu car paşve ne kişand. Emê bê deng nemînin bila vê yekê bizanibin."

(rc)