Selahattin Demirtaş: Dê ji sindoqan sibeya me derkeve

11:54

JINHA

STENBOL - Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattin Demirtaş dengê xwe li Dibistana Navin ya Sultanbeyli Mevlana bi kar anî û got: "Dê ji sindoqan sibeya me derkeve."


Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattin Demirtaş dengê xwe li Dibistana Navin ya Sultanbeyli Mevlana ya li Taxa Sultanbeyli Hamidiye yê bi kar anî. Selahattin li baxçê dibistanê ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyek mezin hat pêşewazî kirin û wiha got: "Serokê herî mezin Serokê meye." Piştî Selahattin dengê xwe bi kar anî ji bo rojnamegeran nirxandinek kin kir û wiha domand: "Hêvîdarim bi xêr be, me kampanya hilbijartinê ya zor û zehmet temam kir. Li 81 bajaran wê gelê me li ser sindoqan be. Her kes di çarçoveya vîna xwe de wê dengê xwe bikar bîne. Înşalleh dema êvarê sindoq vebûn wê bibe wesîleya aştiya navxweyî û azadiya li Tirkiyeyê. Hêvîdarim wê roj li sibeheke azad hilê."

Selahattin Demîrtaş diyar kir ku hilbijartin bibe wesîleya makezagonek nû û wiha berdewam kir, "Tevî vê jî me hewl dan hêviya Tirkiyeyê, evîna aştiyê, hestên biratiyê mezin bikin. Dema sindoq vebûn, ez bawerim em ê bibînin ku me ev bi ser xistine. Hêvîdarim îro her kes biçe ser sindoqan. Em ê zerfên did estê xwe de ji bo pêşeroja azad a zarok û neviyên xwe bikar bînin. Ji sindoqan wê encamên ji bo siberoja me derkevin. Bawerim em ê bi hev re jiyana bi hev re xurt bikin. Encamên hilbijartinê çi dibe bila bibe, bila bi xêr be. Tevî hemû neyîniyan jî ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Bila kesek hêviya xwe winda neke. Dînamîkeke xurt a tevahiya welêt heye. Me kampanya xwe li ser vê meşand. Ji bo me hemûyan bi xêr be. Ji wezîfedar, çavdêrên li ser sindoqan rica dikim. Ev zerf bi kedeke gelekî mezin tê bikaranîn. Çi ketibe hundirê sindoqê bila ew derkeve. Heta encamên fermî zelal bibe, em ê li ser wezîfeya xwe bin."

Selahattin, piştî daxuyaniyê li gel Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Ayşe Erdem ji dibistanê derket.

(zt)