'Soza me ji hemû şoreşgerên li Kobanê re heye, dê jiyana azad pêk were'

12:38

JINHA

ÎZMÎR - Namzetên parlementeriya HDP'ê ya Îzmirê Ertugrul kûrkçû û Pinar Aydin dengê xwe bi karanîn. Pinar Aydinlar piştî ku dengê xwe bi karanî got: "Soza me ji hemû şoreşgerên li Kobanê re heye, dê jiyana azad pêk were."

Ji bo hilbijartina 7'ê Hezîranê li Îzmirê dê 3 milyon 85 hezar û 404 hilbijêr îro dengê xwe bi karbînin. Dema ku hilbijêr ji serê sibê ji bo ku dengê xwe bi karbînin çûn ser sendoqan, namzetên parlementeriya HDPê ya Îzmirê Ertugrul Kûrkçû û Pinar Adinlar jî çûn ser sendoqa ku nomara yê wê 1268 a Dibistana Seratayî ya Gazî a Alsancakê dengê xwe bikaranîn.

Ertugrul Kûrkçû piştî ku dengê xwe bi karanî daxuyanî da û diyar kir ku, serdemek nû despêkir û ewê dê piştî hilbijartinê bi tu partiyan re koalîsyonê nekin. Pinar Aydinlar jî piştî dengdayîna xwe got: "Ji bo hemû şoreşgerên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dane soza me heye, dê jiyana azad pêk were."

Firat Oral ya ku di 5'ê Hezîranê de hatibû mitînga HDP'ê ya Amedê û di êrîşa bombeyîde ji herdu lingê xwe de birîndar bibû, ji bo ku dengê xwe bi karbînê duh di saetên sibê de bi balafirê çû Îzimrê û îro dengê xwe li Dibistana navîn ya 80'î sal a Bornova ya navçeya Bornovayê li ser sendoqa ku numareya wê 1413'ê bi karanî. Oral berî ku dengê xwe bi karbîne diyar kir ku, înat li hember hemû êrîşên ku pêkhatine ew dê dengê xwe bikarbîne.

(rc)