Jin li hember 'pişîk û dizan' di nobetê denin!

12:44

JINHA

MÊRDÎN -Jinên ku serê sibê bi kelecanek mezin ji bo dengdanê ketin rê dema ku dengê xwe bi kar anîn ji ser sindoqan naçin û dibêjin: "Emê li hember pişîk û dizan li dengê xwe xwedî derkevin." Jinan diyar kirin ku heya dengdan neqede ewê ji ser sindoqan neçin.

Li navçeya Kerborana Mêrdînê ji bo dengdanê despêkê jin çun ser sindoqan. Jinên ku serê sibê zu çun ser sindoqan dengê xwe bi karanîn li hember pişîk û dizan ser sindoqan nobetê digirin. Jinên ku bi teleba jiyanek azad, aram û demokratîk dengên xwe bi karanîn dema ku ser sindoqê deng xebitandin nîşana serkeftinê kirin.

'Dê HDP makezagona derbeyê biguhere'

Hatice Ergin wiha axivî: "Min her demê dengê xwe ji bo alîgirên aştî û demokrasiyê bikaraniye. Dê makezagona darbeyê biguherin û makezagonek di xizmeta her kesê de bidin çêkirin. Ez li vêderê bang li jinan dikim ku herger dixwazin xwîna diherike bê rawestan bila dengê xwe bavêjin navnîşana rast."

'Bikaranîna dawiyê 7'ê Hezîranê ye'

Hamdiye Ay ya ku dema dengê xwe bi karanî ji ser sindoqan neçuye jî wiha got: "Min dengê xwe da partiya tenê alîgirê aştiyê. Di dema xebatên hilbijartinê de her kesê dît ku li hember hemû êrîşan kurdan vîna xwe parast. Bi baldarî rê li hember şer û rageşiyan girtin. Dîroka bikaranîna zaliman îroye yanî 7'ê Hezîranê."

Ji bo xebitandina dengê xwe ji Îzmîrê hatiye

Xwendekara zanîngehê Asime Akyol ya ku ji bo xebitandina dengê xwe ji Îzmîrê hatî jî wiha axivî: "Tenê ji bo ku aştî bê avakirin û xwîn raweste ji bo karanîna deng ezê ji aliyê din yê cîhanê bêm. Ji bo aştî û demokrasiyê min dengê xwe da xwe. Em bang li her kesê dikim ku dengê xwe rast bixebitîne."

'Min ji bo zarokên xwe mîrasa aştiyê hêla'

Nefiye Aşkan ya 60 salî ku ji bo dengdanê hatiye jî got: "Min dengê xwe da xwe. Me yên bitemen îskence, xwîn û rondikên çavan dît, me têra xwe êş kişand. Neviyên min yên biçuk hene. Ez naxwazim we jî weke min bijîn. Ji ber wê jî divê aştî û aramî bê tirkiyê. Ji bo ku zarokên me û ciwanên me nemirin min dengê xwe da aştiyê û dê merasîma wan bibe aştî."

(zt)