Pervin Buldan: Dê Tirkiye di rojek nû de şiyar bibe
13:09
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji metrepolên ku dê qedera hilbijartina ku weke hilbijartina qirîtîk ya Tirkiyê tê zanîn diyar bike Stenbole. Li Stenbolê dibistanên dengdanê ji welatiyan dagirtîne. Ji Namzetên Stenbolê yên HDP'ê Pervin Buldan dengê xwe bi karanî û got: "Dê Tirkiye di rojek nû de şiyar bibe"
Li Tirkiyeya ku 10 milyon û 231 hezar dengdêrên wê hene di hilbijartina 7'ê Hezîranê ya weke yek ji hilbijartinên qirîtîk tê zanîn diçin ser sindoqan. Yek ji metrepolên rewşa hilbijartinê diyar bike jî Stenbole. Li Stenbolê jî di saet 08.00'an de dengdanê despêkiriye. Stenbolî ji bo diyarkirina pêşeroja xwe li ser sindoqanin.
Namzetên HDP'ê jî dengê xwe bi kar anîn
Namzetên Herêma 3'emin yên Stenbolê Pervin Buldan, Garo Paylan, Ayşe Berktay, Beyza Ustun, Ali Kenanoglu li gel Hevberdevka HDK'ê Sbahat Tuncel ji bo dengdanê çun ser sindoqan. Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan û Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel dengê xwe li Dibistana Hasan Kagnici ya Bagcilar ê bi karanîn. Pervin û Sabahat rastî eleqeyek mezin ya welatiyan hat. Piştî dengdanê Pervin Buldan axaftinek kin kir û got: "Ez hêvîdarim ku dengê hun bi kar bînin bibe wesîla aştiyê. Piştî saet 21.00'an dê Tirkiye di rojek nû de şiyar bibe. Dê biratiya gelan bi serkeve û yên tên perçiqandin bi serkevin. Ez bawerim dê îro li Tirkiyê gelek tişt bên guhertin. Ez hêvîdarim dê dengê em di xebitînin bibe wesîla aştî, demokrasî û mafê mirovan."
Namzeta Herêma 2'emîn ya HDP'ê ya Stenbolê ya rêza 2'emîn Filiz Kerestecioglu li ser sindoqa 2190 ya Dibistanaseretayi ya Fuat Soylu ya li Taxa Mahmut Şevketpaşa ya Okmeydanê denê xwe bi karanî. Piştî ku Filiz dengê xwe bi kar anî daxuyaniyek kin kir û got: "Ji bo hemû mirovahiyê bila bi xêr be."
Hunermenda navdar Sezen Aksu jî li gel nexweşe nikare rêdebiçe jî di nava dengdêrên Stenbolê dene. Sezen Aksu li ser sindoqa hilmara wê 1270 ya Dibistanaseretayi ya Beykoz Sedat Simavi yê dengê xwe bi kar anî. Sezen piştî dengê xwe bi karanî bersiva pirsên ji wê hat pirsîn neda.
(zt)