Welatiyên ku di êrîşa bombeyî de birîndar bibûn bi ambulansê çûn deng bidin

13:53

JINHA

AMED - Welatiyên ku di êrîşa bombeyî ya li mitînga HDP'ê ya Amedê de birîndar bibûn û li nexweşxanê tedewî dibînin, ji bo ku dengê xwe bi karbînin bi qontrola bijîşkan û ambulans ew birin ser sendoqan.

Welatiyên ku di 5'ê Hezîranê de di êrîşa bombeyî ya li mitînga HDP'ê ya Amedê de birîndar bibûn dest bi deng dayîn kirin. Birîndaran bi ambulansê, di bin qonrtola bijîşkande birin dibistanê û yek bi yek dengê xwe bi karanîn. Birîndarên Fakûlte Tipa Nexweşxaneya Zanîngeha Amedê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîla birin dibistanên navçeyan û navenda bajarê Amedê. Li ser daxwezê welatiyên ku birîndar bûne hemû birîndar dê dengê xwe bikar bînin.



Hûseyîn Toprak a ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîla de tedewiya xwe dibîne çû gundê Beneklîtaşê dengê xwe bikaranî. Hûseyîn ji ber şaweta zêde ê destê wî ne dikarî destnîşanê bide û mohorê bikarbîn bi alîkariya birayê xwe dengê xwe bi karanî. Hûseyîn di dema derketinê de got: "Hesabê êrîşa ku li ser gelê Kurd pêk hatî dê li ser sendoqan bersiva xwe bibînin."

Mehmet Şah ya ku dengê xwe li Bîsmilê bikaranî di vegera xwe ya nexweşxanê de wiha got: "Ji bo dengek qest li canê 500 kesan kirin. Kesên ku êrîş pêkaniye dê hesabê bide ev yek wê ji wan re nemîne."


(rc)