Li Rihayê cerdevanan êrîşî hilbijrêdan kirin: 1 giran birîndar
14:17
JINHA
RIHA - Li Girê Sor dema ku cerdevanan xwestin welatî dengê xwe vekirî bi xebitînin welatî li hember helwesta wan derketin cerdevanan êrîşî hilbijêran kirin 1 giran 7 welatî birîndar kirin.
Li taxa Mînutê navçeya Girê Sor ya Rihayê muşahîdên HDP'ê li hemberî dengdayîna vekirî ya cerdevanan derketin rastî êrîşê hatin. Cerdevanan çek bera hewa dan û bê ser û ber êrîşî muşahîdên HDP'ê kirin. Muşahîdên HDP'ê Dagistan Dengtav Oktan û Sînan Oktan bi derbên kêrê û Ferhat, Mehmet, Suat, Huznî û Huseyin Oktan jî bi keviran birîndar bûn. Welatiyên birindar ji hêla kesên derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrekê û li wir tên dermankirin. Hat ragihandin ku ji ber kêr li kezeba Sînan Oktan ketiye rewşa wî giran e. Piştî bûyerê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî çû serdana birîndaran.
Hat hînbûn ku êrîşên cerdevanan ên li taxê û li ber nexweşxaneyê hêj didome û ji ber êrîşa cerdevanan gengeşî derket. Balkêş bû ku polîs êrîşa cerdevanan temaşe dikin.
(zt)