Li İzmir ê hember HDP'ê êrîşa çekdarî
15:20
JINHA
İZMİR - Serokê AKP'ê yê navçeya Bayrakli yê bi çekan êrîşî muşahîdên HDP'ê kir.
Di dibistana seretayi ya Nafiz Gurman ya Taxa Emek ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê serokê navçeyê yê AKP'ê bi komek qerebalex ve bi çekan êrîşî HDP yiyan kirin û gotin: "Qartên we yên muşahîdan ne derbasdarin." Yên li gel serokê navçeyê yê AKP'ê li HDP yi yan çek rastkirin. Dema ku HDP yiyan û welatiyan bertek nîşan dan serokê navçeyê yê AKP'ê û yên li gel neçar man birevin û piştî wan jî polîs hatin cihê bûyerê û gaza îsotan avêtin HDP yi yan. Di encama gaza îsotan de kiyayê Taxa Emek û HDP yi yê bi navê Casim Altindag birîndar bûn.
(zt)