Parlementerên AKP'ê ji jinan re: Hûn biçin malê bila hevserê we li cihê we dengê bi karbîne

16:11

JINHA

MÛŞ/MELETYE -Parlementerê AKP'ê ya Mûşê Muzaffer Çakar ji jinên gundê xwere got: "Hûn biçin mala xwe bila hevserê we dengê we bi karbîne." Li Meletyê jî Parlementerê AKP'ê bi erkdarên jin re kete nîqaşê despêk heqeret kir û piştre êrîşê fîzîkî pêkanî.

Parlementera AKP'ê ya Mûşê Muzaffer Çakar li gundê xwe Karahasan ji bo jinên ku diçin dengê xwe bidin got: "Hûn biçin malê xwe hevserê we dikare li cihê we deng bi karbîne." Mûşahîdên HDP'ê li ser vê yekê mûdaxele kirin Parlementerê AKP'ê jî jandarmayê xiste dewrê. Li ser rageşiya ku derketiye HDP'i yan hatin cihê bûyerê. Serleşker bi milê 'Serokê Şaredariya DBP'ê' girt û hewilda ku derxe derve û bi tehdîdên wek 'Ezê te bişewitînim' kir.

Endamê Meclîsa Giştî ya DBP'ê ya bajêr û rêvebira avahiya HDP'ê ya gundê Karahasan Alparslan Kardan diyar kir ku Muzaffer Çakar jandarmeyê girt pişt xwe û wiha got: "Ez li ser erkdarkirina HDP'ê ya hilbijartinê li vî gundî berpirsê avahiyê me. Parlementerê AKP'ê hatiye li ser sendoqan sekiniye û jandarma li ber derî daye rawestandin û tundî li gel dide kirin. Parlementerê AKP'ê ji jinên ku tên dengê xwe bikarbînin ji wan re dibêje biçin mala xwe bila hevserê we were li cihê we dengê bikarbîne."

Parezerê hilbijartina HDP'ê Malazgirê Kadîr Sezen diyar kir ku mafê parlementerên AKP'ê tune ye wiha bikin û wiha got: "Herkes bi vîna xwe ya azad bêy ku bikeve bandora tu kesî pêwîste dengê xwe bi karbîne. Min serî li serdozger û dadgerê navçeyê da ku leşkerên xwe ji dibistanê vekşînin, li ser vê yekê qismek leşker ji dibistanê vekişandin derve."

Namzeta parlementeriya AKP'ê li Meletiyê êrîşa fîzîkî û devokî li hember jina erkdar pêkanî

Nêzîkatiyên zeyandî vê carê ji parlementeriya AKP'ê ya Meletyê Mustafa Şahîn ve hatkirin. Mustafa Şahîn ji bo deng dayînê çû ser sendoqa ku numareyê wê 1247 ya Dibistana Seretayî a Gazî ya Meletyê, dema ku navên ku hatine diyar kirin ne dît, li ber sendoqan gazî erkdarên xwe yên derve kirin. Erkdarên sendoqê dema ku bertek li hember daxweza Mustafa Şahîn da raber kirin, gengeşe rû da. Erkdarên sendoqan dan zanîn ku, ew kesên ku ji derve anîne ne erkdarên fermî û ne jî yên îhtiyatin ewê hevbeşiya karê xwe bikin.


Namzeta parlementeriyê Mustafa Şahîn ji jina erkdare got: "Gotina me ne ji tere ye, tu ne mûxataba meyî". Lê erkdara sendoqan bersiv da û got: "Hûn jî ne mûxatabê minin", li ser vê yekê Mustafa Şahîn, ji erkdara jin re got, "Bi edeba xwe be". Jina erkdar jî got, "Ez gelek bi terbiyeme, ya ku bê terbiyetiyê dike hûnin", li Mustafa Şahîn destê xwe li erkdara jin rakir û êrîşa tundî pêkanî.

(rc)