Îqama malbatek ji Wanê di taleta mizgeftek ya Sêrtê de hat dîtin!

16:15

JINHA

SÊRT - Îqama malbatek ji 7 kesan pêktê ya li Wanê dijî di taleta mizgeftek ya Taxa Ulus ya Sêrtê de hat dîtin.

Di saetên serê sibê de dema ku gel diherikîn ser sindoqan heya niha binpêkirinên mafan berdewam dike. Di 3 dibistanên sêrtê de ji ber binpêkirinên mafan muşahîd û welatî ketin rewşên tengezar. M. E li gel ne peyîwirdarbû li cihê peyîwirdar ser sindoqa bi hijmara 1158'an ya Dibistana Seretayi ya Molla Halil Îmam Hatip û li wê di cihê yê nehatî dengê xwe nedayî deng da. Piştî wî yê li wê qeyîdlî Î. O hat dît di cihê wî de deng hatiye bi karanîn. Di derbarê wan de nîşe hat girtin û şandin Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê.

'Peyîwirdarê sindoqê alî nêz dibe'

Binpêkirinek jî li Dibistana Seretayi ya Mehmet Akif Ersoy hat jiyan kirin. D. K yê ser sindoqa 1209 peyîwirdar di derbarê welatiyên dihatin ser sindoqan de nîşe digirt.

Ji taleta mizgeftê derket!

Îqama malbatek ji 7 kesan pêktê ya li Wanê dijî di taleta mizgeftek ya Taxa Ulus ya Sêrtê de hat dîtin.

(zt)