Kelecana dengdayê ya pîra Ayşe ya 95 salî

17:05

JINHA

AMED -Ji qediyana hilbijartinê re deqe mane kelecana dengdanê ya Ayşe Şen ya 95 sali ket ber abjektîfan.

Çend deqe mane li qediyana hilbijartinê ya sindoqa Dibistana Seretayi ya Deriyê Mêrdînê ya navçeya Suran ya Amedê. Ji bo dengdanê Ayşe Şen ya 95 salî li benda kurê xwe bû biçe alîkariya wê bike heya bê dengê xwe bide. Ayşe diyar kir ku ji bo berastengan ti tiştek nehatiye kirin û got: "Bila kurê min Yilmaz bê min li ser milê xwe bibe cihê deng danê." Pîra Ayşe ya ji bo deng danê di nava hewildanan dene wiha got: "Denê min diyare, ezê ji bo aştî û azadiyê bixebitînim." Piştî ku pîra Ayşe dengê xwe bi karanî cardi ser pişta kurê xwe ji qada 2'emîn ya dibistanê daket xwarê. Pîra Ayşe piştî dengê xwe kar anî ji dibistanê derket û li benda encamê ye.

(zt)