'Êrîşî mirovahiyê kirin'
09:19
JINHA
WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku tenê daxwaza wan aştiyek mayîndeye. Ji jinên Wanê Perihan Pala da zanîn ku tenê daxwaza wê aştiye û ji bo êrîşa li Amedê gelek xemgîn bûye û got: "Êrîşa ku hatî kirin ne ne mirovbûn ne jî musilmanî na pejirîne. Bila destê xwe danin ser wijdana xwe çawan êrîşî wan mirovan kirin. Bese ma heya kengê dê xwîna vî gelî birije."
Hilbijartina ku li herêmê û tevahiya Tirkiyê bi mereqek mezin dihat şopandin qediya. 53 milyon û 765 hilbijêr çun ser sindoqan, bi tayîbetî jî li herêmê eleqeyek mezin ya çuna ser sindoqan hebû. Kelecana herêmê ya çuna ser sindoqan xwe li Wanê jî dida jiyîn. Jinên Wanê yên ser sindoqan dur nediketin destnîşan kirin ku ya ji sindoqan derkeve şatiye. Ji jinên Wanê Gulistan Çinarci bilêv kir ku bi salane we ji dewletê dixebitin û wiha domand: "Heger dewlet dewlet bana ma dê halê me evbana? Bêyî ku em mal û zarokên xwe bifikirin em hemû ji bo dewletê û AKP'ê xebitîn, lê ew qet em nefikirîn hemû ji bo xwe dikir. Me her dem dida AKP'ê me vêcarê da HDP'ê." Guler Beyduz jî anî ziman ku wan vêcarê daye HDP'ê û wiha berdewam kir: "Ji xwe têra xwe dilê dayîkan şewitandin, ma wê heya kengê bişewitînin. Bi tayîbetî jî bûyera Amedê her tişt rasit ber çavan. HDP li wê derê hewilda rêya aştiyê veke."
'Heger dewletê dewletbana ma dê halê me ev bana'
Gulistan Çunarci derbirî ku bi milyonan jin çun ser sindoqan û dengê xwe dan HDP'ê û wiha dom kir: "Heger dewlet dewlet bana ma dê halê me evbana. Me her dem dengê xwe da AKP'ê. Zarokên me li çiyan şer dikirin û jiyana xwe ji dest didan. Ciwan ji destê wan çu. Diyar ku derdê zarokên me hene ku berê xwe didin çiya. Dema ku gavên şînber bavêtibana dê dayîk jî negiriyana. Êdî hindirê me dişewite." Gulistan balişand ser êrîşa di mitînga HDP'ê ya Amedê de hatî kirin û wiha pêde çu: "Ew mirov di oxura deshilatiyê de hatin qetilkirin. Di nava gel de teqandina bombê bi zanebûn hatiye kirin. Bi zanabûn hewildan gel têxin provakasyonan û ber bi xefikê ve bikêşin."
'Me hilbijartin bi ser xist'
Guler Beyduz jî got: "Emê vê hilbijartinê bi ser bixin. Bila zarokên me yên çiyê li malên xwe vegerin, girtiyên me serbest bên berdan.Ji xwe têra xwe dilê dayîkan şewitandin, ma wê heya kengê bişewitînin. Bi tayîbetî jî bûyera Amedê her tişt raxist ber çavan. HDP li wê derê hewilda rêya aştiyê veke, lê dewletê nexwest vê têbigihe. Li cihê wê di nava gel de bomba bicîh kirin û paşê jî gotin: 'Kurdan bi xwe di nava xwe de bomba teqandin.' Ev bêmafiyeke li kurdan dikin. Amedî birayên mene emê ticarî vê êrîşê nepejirînin."
'Tenê daxwaz û derêdê me aştiye'
Perihan Pala jî da zanîn ku tenê daxwaza wê aştiye û ji bo êrîşa li Amedê gelek xemgîn bûye û got: "Êrîşa ku hatî kirin ne ne mirovbûn ne jî musilmanî na pejirîne. Bila destê xwe danin ser wijdana xwe çawan êrîşî wan mirovan kirin. Bese ma heya kengê dê xwîna vî gelî birije. Tenê daxwaza me û derdê me aştiye bila her kes vê bizane."
(zt)