Şervanên YPJ'ê: Emê xwe bi rêxistin kirinê re mezin bikin

09:47

Zêrîn Kurtay-Rojda Serhat /JINHA

DIRBESİYÊ - Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li Rojava, jin li her qadê dest bi xwe rêxistinê kir û pêre tevlîbûna nava refên YPJ'ê her ku diçe zêde dibe. Şervanên jin diyar kirin ku ew hem perwerdeyê bîrdozî hem jî ya leşkerî dibînin û anîn ziman ku ewê li hember pergala desthilatdar xwe bi rêxistin bikin.

Bi pêşengiya şervanên YPJ'ê jin cihê xwe di çeperên pêş de digre û li hember çeteyan berxwedaniyek mezin pêktîne. Li hember hemû êrîşên ku pêktê şervanên YPJ'ê perwerdeyên parastina cewherî dibînin û her ku diçe tevlîbûn zêde dibe. Jin xwe ji xelekên civakî rizgar dikin, gava azadiyê a despêkê bi rêxistina YPJ'ê re davêje. Jinên ciwan behsa guhartinên di xwede ya piştî şoreşê kirin û soza mezin kirina rêxistinbûna jinan dan.

'Perwerde ji bingeh tê desgirtin'

Şervana YPJ'ê Viyan Soran diyar kir ku ew di Akedemiya Şehîd Şilan de bi zanist dibin û anî ziman ku pêwîste ji bo jiyana nû jin li her qadê xwe bi rêxistin bike. Viyan bi lêvkir ku li Akedemiya Şehîd Şîlan perwede ji bingeh tê desgirtin û wiha got: "Hem perwerdeyên bîrdozî hem jî ya leşkerî tê dayîn. Jinên ku tevlî şervanên YPJ'ê dibin ji ber jiyana xwe ya malbatî û civakî zehmetiyan dikêşin, lê ji ber ku tevlîbûnek bi biryar heye dihêle ku hemû astengiyan derbasbike." Viyan derbarê perwerdeyên xwe a rojene de agahî da û wiha got: "Em sibê saet 05.00'an de werzîşa xwe dikin, piştî wê em derbasî qada perwerdê dibin, perwerde heye saet 17.00 didome. Piştî wê em ji xwe re şahî li dardixin."

'Bi rihek têkoşînvan pêwîste em sîstemê bugherin'

Viyan destnîşan kir ku ew dervî qada perwerdê di nava jiyanê de jî girîngiyê didin perwerdê û wiha pêde çû: " Hemû hevalên ku tevlî YPJ'ê bûne pêwîste em wan biguherînin. Ji ber ku kesayet xwedî taybetmendiyên sîstemê ne. Di warê çandî de ji dîroka xwe durin. Jinên ciwan bi coş û meraqek mezin tevlî perwerdê dibin. Jinên ciwan ji bo pêşerojek azad pêwîste li her qadê xwe bi rêxistin bike. Bila di nava refên YPJ'ê de xwe perwerde bikin, taybetmendî û tundiya hişmendî a ku civak daye avakirin xwe jê rizgarbikin. Sîstem mafê jinan nasnake ji ber vê yekê jî bi rihek têkoşînvan pêwîste em sîstemê bugherin."

'Armanca min gihêştina asta Zîlan e'

Şervana YPJ'ê Çîçek Hesen da zanîn ku hêza jin heye ku xwe û gelê xwe biparêze û wiha got: "Berî ku ez tevlî YPJ'ê bibim, malbat nirx ne dida min. Lê bi tevlîbûna xwe ya di nava refên YPJ'ê de min dît ku jin ji hemû mafê xwe hatî asteng kirin. Bi perwerdeya ku min dîtî re guhartin û veguhartin di kesayeta min de pêşket. Êdî dem hatiye ku jin li hember sîstem û malbatê bisekine û bêje 'bese'. Armanca min bûyîna têkoşînvanek wek heval Zîlan. Ji kesên ku bê nirx li jinê dinêrin ezê bi sekna xwe bibim bersiv. Jin ger ku bixweze, hêza wê heye ku her tiştî bike."

'Berî ez tevlî bibim ez bi dergistîbûm'

Şervana YPJ'ê Sema Dirbêsiyê jî diyar kir ku armanca wê jina azad afrandine. Sema anî ziman ku berî ew tevlî nava refên YPJ'ê bibe bi dergistî bû û wiha domkir: "Bi despêkirina şoreşê re bi min re gelek guharitn pêkhat. Herî kêm ketim ferqa hêza jin û min rastiya civakê dît. Di nava civakê de nirx nadin jin û ya ku vê rastiyê napejrîne tenê tevgera Kurde. Piştî min vê yekê dît ez tevlî YPJ'ê bûm. Ji ber ku ez di nava YPJ'ê da me gelek kêfxweşim. Ji bo jinan tenê riya rast û ya jiyanê YPJ'ê ye."

'Emê xwe rêxistinkirinê re mezin dibin'

Amed Botan jî diyar kir ku ew ji ber rolên civakî yên zayendî li jin tên kirin, ew vê riyê hilbijartiye. Amed da zanîn ku ew piştî tevlî YPJ'ê bûye xwe hîn zêdetir azad hîsdike û wiha got: "Weke her malbatek malbata min jî bi min ne bewarbû. Piştî ku em hindek mezin dibin hema me didin zewcandin, her çiqas bertekê me li hember zewacê hebe jî me cidî nagrin. Dema ku min biryara tevlîbûna xwe ji malbatê re eşkere kir ji min re gotin 'mal ji bîrbike'. Dema ku min biryarê tevîlbûnê stand ez di ferqa van de bûm. Xeyalê min ewe ku malbata min guhertina ku bi min re çêbûye bibîne. Demek min perwerde dît. Lêpirsîna pêwîste ez bibim xwedî seknek çawan, lêgerînê min çine û emê çawan civakek azad avabikin pêşket. Em ji bo pêşerojek azad xwe bi rêxistin dikin."

(rc)