'Serkeftina HDP'ê serkeftina gelê bindeste'

12:55

JINHA

QAMİŞLO - Bi armanca serkeftina HDP'ê ya hilbijartina 7'ê Hezîranê Koordînasyona Yikîtiya Star daxuyanî da.

Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê bi armanca serkeftina HDP'ê ya hilbijartina 7'ê Hezîranê daxuyani da. Di daxuyaniyê de di serî serkeftina HDP'ê pîroz kir û wiha domkir: "Serkeftina HDP'ê bersiva herî mezin a li hember êrîşên AKP'ê ye. Ev pêvajo bi saya berxwedana gel û projeya Rêber Apo ya çareseriya demokratîk pêşve çû. Ev serkeftin bersiva gelê aşîtî xwez û azadî xweze a li hember nijetperest û şerxwezane."

Daxuyani wiha berdewam kir: "Serkefina HDP'ê serkeftina netewa demokratîke, serkeftina şoreşa jin û Rojavayê ye. Bersiva soz dayîna bi şehîdên azadiyê re ne û bersiva komkujiya Amedê û êrîşa ser gelê Kurde. Em serkeftina HDP'ê li Rêber Apo û giyana hemû şehîdên azadiyê û birîndarê Amedê, gelê aşîtî xwez û li tevahî jinan pîroz dikim. Dê têkoşîna azadiyê bilind bibe."

(rc)