Botanî dibêjin: Ampulan vemirînin roj hilat

13:54

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê pirozbahiyê serkeftina HDP’ê berdewam din. Parlementerên HDP’ê Aycan Îrmez û Leyla Birlik ji ber xwedî derketina gelê Botanê kêfxweşiyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku AKP siwar hatiye lê peya çûye û ew bi vê serkeftinê nêzîkî xeyalên şehîdên xwe bûne.

Piştî pîrozbahiyên duh êvarê heya derengiya şevê îro jî li Qada Aşitiyê ya Şirnexê pîrozbahiya serkeftina HDP’ê ji serê sibê de despêkirine. Piştî ku serkeftina HDP’ê diyar bû û HDP’ê li Şirnexê ji 4 vekilan 4 derxist li tevahiya Şirnexê pîrozbahî despê kirin. Şirnexî di danê sibê de bi cilên xwe yê herêmî û leşkerî herikîn Qada Aşîtiyê û dest bi govendê kirin. Li qada pîrozbahiyê pankartên “Ampulan vemirinin roj derket” hat vekirin û dûrêşmên “Jin jiyan Azadî”, “ Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Parlementerên HDP’ê Aycan İrmez û Leyla Birlik, Hevserokê HDP’ê û DBP’ê û bi hezaran welatî li qada pîrozbahiyê li hev civiya.

‘Serkeftina HDP’ê serkeftina galan e’

Di pirozbahiyê de Hevseroka HDP’ê Asmîn Kiraç da zanîn ku dema wan gotiye ewê bendê hilweşînin kesî ji wan bawer nekiriye lê niha encam li holê ne û wiha axivî: "Serkeftina HDP'ê di serî de serkeftina gelê Kurd e û dûre jî serkeftina hemû gelên ku hatine perçiqandin e. Me her tim got aşîtî û emê di vê gotina xwe de jî israr bikin."

Parlamentera HDP ‘ê Aycan Îrmez jî destnîşan kir ku çawa Kobanê bû şoreşa gelê Kurd hilbijartin jî şoreşa gelane û wiha got: "Gelê Şirnêxê li gelê xwe û Serokê xwe xwedî derket. Digotin HDP bendê derbasnakin lê gelê Botanê ji AKP’ê re got em te qebûl nakin. Em bi bîr û baweriya giyana Kobanê bi serketin. Pêwiste em vê bîr û baweriyê xurtir bikin.” Aycan di dawiya axaftina xwe de ji gelê Botanê re got ku wan pêywira xwe bi cih aniye ji îro pêde peywir a wekila ye.

Di dawiyê de Leyla Birlik jî serkeftin li gel pîroz kir û diyar kir ku AKP siwar hatiye û peya çûye û wiha axivî: "Divêjin tevgera jinê kurd dest bi govendê kiriye hezar car silav ji tevgera jinên Kurd re.” Leyla desnîşan kir ku ev sed sale tiştên durî mirovatiyê layêqî gelê kurd kirine lê ew dibêjin ev sed sal wê bibe sed sala gelê Kurd û wiha got: "We bi xwdî derketina xwe em nêzî xeyalên şehîdên me kiri ne. We emanetê Rêber Apo rêkir parlementoyê.”

(ma/zt)