Jinên Rojava serkeftina HDP'ê pîroz kirin

15:50

Roksan Efrîn-Perwîn Xelîl/JINHA

QAMÎŞLO - Jinên Rojava serkeftina HDP'ê pîroz kirin û diyar kirin ku serketina HDP'ê serketina gelên aştîxwaze.

Jinên Xebatkarên saziyên civakiyên Rojava bi armanca pîrozkirina serkeftina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê nirxandin kirin. Jinan dan zanîn ku serketina HDP'ê serketina gelan û tayîbetî jî serketina jinane.

Endama Rêveber a Mala Jinan ya Qamişlo Îlham Omer serketina HDP'ê weke serkeftinek dîrokî bi nav kir û wiha got: ''Serkeftina ku îro li Bakurê kurdistanê hat bidestxistin encama berxwedana gelê me li her deverê ye û gelê me hemû di vê serkeftinê de beşdar bû. Em bi vê serkeftinê gelekî kêfxweşin û gelê me hemû di nava coş û kêfxweşiyê de ye. Ev kêfxweşiya ku gelê me piştî derketina encaman nîşan da nîşaniya gelê me ye ku dikaribûn li hember dijminê hov hemû bendan bişkîne. Em spasiya hemû gel kesên ku kedan wan tevlî vê serkeftinê bûyî dikin. Bi taybetî jî birîndarên ku di teqîna Amedê de dengê xwe tevî birîna xwe dan em wê hestiyarî û helwesa wan pîroz dibînin. Em vê vîna gel ji bo neqşandina pêşeroja xwe dibînin. Hêviya me ew ku ev sînorên di navbera Bakur û Rojava de rabin û xewna me ya salan ji bo Kurdistaneke azad pêk were. Em vê serkeftinê li tevahî gelan pîroz dikin.''

Endama Mala Jinan Nîzam Canodî jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: ''Em bi vê serkeftinê gelekî kêfxweşin û ev serkeftina serkeftina hemû gelane û ev serkeftin diyarî ji bo Rêber Apo ye.''

Endama Yeketiya Star Naîma Hisên jî serkeftina HDP'ê li hemû gelan pîroz kir û wiha got: ''Ev serkeftin berdewamiya serkeftina şoreşa Rojavaye, ji bo wê yekê em spasiya her kesê ku dengê xwe bikaranî dikin ji ber ku ev riya tekane ye ji bo azadiya tevahî gelan û netewan e.''

Endama Rêveberiya Yeketiya Star Mîdiya Mihemed jî şanaziya xwe wiha anî ziman: ''Vê serkeftinê em li Rêber Apo pîroz dikin û ev serkeftina ku HDP'ê qezenc kir binkeftineke mezine ji bo AKP'ê ye. Ev serkeftina gelên ku ji bo aştiyê û biratiyê tekoşîn dike, ji bo vê yekê ev serkeftin li hemû gelan pîroz be.''

(re-px)