Fîgen: Jin nebana ev serkeftin nedihat bi destxistin

20:08

JINHA

WAN – Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag di pîrozbahiya serketina HDP'ê ya Wanê de axivî û sipasiya her kesên dengê xwe dane û deng parastine kir û got: "Ger jin nebana dê ev serkeftin nehatana bi dest xistin."

Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi boneya serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê pîroz bike li qada Musa Anter şahiyek pêk anî. Berî şahî dest pê bike bi deh hezaran welatî ji kolan, kuçe, tax û hemû rêyên amedê, wekî lehîya mirovan herikîn qadê. Welatiyên kom bi kom, bi govend, tilîlî, siloganan hatin qada şahiyê li kolanan dîmenên rengîn ava kirin. Bi deh hezaran hilbijêr, endam û rêveberên HDP, DBP û wekîlên HDP'ê, saziyên sivîl ên civakî bi cil û bergên xwe yên neteweyî li Parka Musa Anterê kom bûn û şahî pêk anîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, wekîlên HDP'ê Yurdusev Ozsokmenler, Lezgin Botan, Adem Ozcaner, Selamî Ozyaşar û Remzi Ozgokçe u namzetê HDP'ê Zozan Yeliz Yildırım amade bûn. Li qada şahiyê alên PKK, KCK, HDP, filamayên kesk, sor û zer, Posterê Rêbrê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelek pankartên ku hikûmeta AKP'ê rexne dikin hatin vekirin. Girsê li vir bê navber siloganên “Em HDP em biçin meclîsê", “HDP”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin. Qada şahiyê bi kulîlên sipî sor û xemrî hatin xemilandin. Girsê li vir fîşekên hewayî avêtin. Şahiyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre girsê bê navber sbilogana “Şehîd Namirin” berz kir. Di despêka pîrozbahiyê de hunermenda NÇM'ê Nihal Ay derket ser dikê.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysi Dilekçî axivî û diyar kir ku êdî AKP li Kurdistanê bûye partiya tabelayan. Piştre namzeta HDP'ê ya Wanê Zozan Yelîz Yildirim, wekîlên HDP'ê Remzî Ozgokçe, Selami Ozyaşar, Yurdusev Ozsökmenler, Adem Ozcaner û Lezgin Botan derketin ser dikê û gel silav kirin. Di şahiyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bal kişand ser çavkaniya serkeftinê û wiha got: "Yek heye, ew jî mîmarê mezin ê vê serkeftina me ye. Çavkaniya îlhamê ya projeya HDP'ê Serokê Gelan Birêz Ocalan e. Em vê serkeftinê diyarî wî dikin. Gel bi ser ket, kesên berxwedêr bi ser ketin. Em vê serkeftinê diyarî şehîdên jiyanê û di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest didin dikin.

Piştre hunermendên NÇM'ê Nurullah û Serhado derketin ser dikê.

(zt)